Li Elmanya roja hilbijartinê

Elmanya ji bo ku endamên nû yên Meclîsa Federal diyar bike îro diçe ser sindoqê. Tê payin encamên hilbijartinê saet li derdora 19:00'an werin aşkerekirin.

Dengdêr saet di navbeyna 08:00 û 18:00'an de dikarin dengê xwe bidin. Piştî kU sindoq hatin girtin wê deng bêne hijmartin.

Piştî ku dengdan qediya, saziyên çapemeniyê dikarin encamên ankêtan aşkere bikin. Ev dane, ji hêla şîrketên lêkolînê yên raya giştî ve, piştî ku dengê xwe dane bi dengdêran re ankêt têne kirin û wiha têne komkirin.

Piştî ku encamên sindoqan hatin encamên ne fermî bi raya giştî re dikarin werin parvekirin. Encamên ne fermî Duşemê sibehê wê aşkere bibin, tê payin ku Lijneya Hilbijartinê ya Federal encaman aşkere bike.