Li DYE’yê di rojekê de 345 kes mirin
Li DYE’yê di nava 24 saetan de ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê 345 kes mirin û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 18 hezarî.
Li DYE’yê di nava 24 saetan de ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê 345 kes mirin û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 18 hezarî.
Li gorî daneyên fermî li DYE’yê di nava 24 saetan de 345 kes mirin. Li gorî hesabên Zanîngeha Johns Hopkînsê hejmara kesên mirîn li welat gihişte 1 hezar û 438’an. Her wiha hejmara kesên li welat jî bi vîrûsê ketine derket 94 hezar û 238’an.
FRANSA
Midûrê Gitşî yê Tenduristiyê Jerome Saloman ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 299 kes mirin. Bi vê yekê re hejmara miriyan gihişte 1995’an. Her wiha 32 hezar û 964 kes jî bi vîrûsê ketine.