Li Dusseldorfê jinan mitîngek lidar xist

Li Dusseldorfê bi mitîngekê, jinan ji bo kampanyaya ku 25’ê Mijdarê hatî destpêkirin îmze kom kirin.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê, li Konîgshalle ya li ser ji yek rêyên qerebalix bi tevlîbûna yekgirtiya çepên Elman û TJK-E’yê mitîngek hate lidarxistin.

Di mitînga li ser hev dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin de, ji bo destpêkirina kampanya ku TJK-E’yê 25’ê Mijdarê danî, îmze hatin komkirin.

Di mitîngê de Parlementera Partiya Çep a Elman Ozlem Alev Demirel jî axivîn.