Li Dûîsbûrgê bang li PDK’ê hat kirin ku dev ji xiyanetê berde
Êrîşa bi çekan li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê hat kirin û qetilkirina nûnerê kongreyê Denîz Cevdet Bulbun li Dûîsbûrgê hatin protestokirin.
Êrîşa bi çekan li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê hat kirin û qetilkirina nûnerê kongreyê Denîz Cevdet Bulbun li Dûîsbûrgê hatin protestokirin.
Êrîşa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê a li Başûrê Kurdistanê û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun ku nûnerê kongreyê bû, li Dûîsbûrgê hatin protestokirin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg û ya Dusseldorfê, êrîşa bi çekan a li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Kurdistanî saet di 18.00’an de li ber îstgeha navendî ya Dûîsbûrgê hatin ba hev û bi pankart û dowîzan êrîşa dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û qetilkirina siyasetmedarê Kurd Denîz Cevdet Bulbun, protesto kirin.
Di axavtinan de ku li ser navê Kurdistaniyan hatin kirin, bang li PDK’ê û malbata Barzaniyan hat kirin ku demildest dev ji xiyanetê berdin û bibin xwedanê helwesteke kurdewar û hat xwestin ku MÎT 'a çeteyeke qetlîamê ye û dewleta Tirk baregehên xwe yên leşkerî ji ser axa Kurdistanê rabike û dawî li kirinên xwe bînin.
Çalakgeran, dirûşmeyên ‘’Bila bimire xiyanet’’, ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û Bijî berxwedana gerîla’’ berz kirin.