Li Dortmûndê ciwanan piştgirî da Şengalê

Tevgera ciwanên Kurd li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê li dijî peymana hikûmeta Bexda-PDK’ê standek danî û ev yek protesto kirin.

Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikûmeta Bexda-PDK’ê de hatibû îmzekirin her diçe nerzîbûnên li hemberî vê dewam dikin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN saet 17:00 heta 18:00’an li stasyona trenê ya navenda Dortmûndê standek danî.

Li standê li ser rewşa Şengalê belavok belavkirin, bê navber dirûşmên ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre Xiyanet’ hatin qîrkirin.