Li Darmstadtê şehîdên Heftanînê hatin bîranîn

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi organîzasyona Komeleyên Kurd û KOMAW'ê şehîd hatin bibîranîn.

Di çalakiya bîranîna şehîdên Heftanînê de Mehtap Ozdemîr (Dîcle Firat), Nesrîn Îbrahîm (Amargî Cûdî), Abdulvasif Mavînehîr (Şahîn Amed) û Raîf Barçîn (Egîd Berxwedan) ku di 20’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bibûn, bi sedan Kurdistanî û gelek malbat amade bûn.

Li ser navê KOMAW'ê Lokman Cizîrî axivî û soza mezinkirina têkoşînê da hemû şehîdan.

Rojnamevan û siyasetmedar Nîmet Seven jî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û têkoşîna bi rûmet a gerîla û got, "Eger em piştgiriyê nedin têkoşîna şehîdan, çewisandin wê bi dawî nebe."

Seven diyar kir ku dewleta Tirk hebûna xwe di tinekirina gelê Kurd de dibîne û bang li hemû Kurdan kir ku têkoşînê mezin bikin.

Li ser navê TJK-E Rehîme Bafe jî got, "Şervanên me li dijî dijminê hov li ber xwe didin" û şehîd bi bîr anî.

Di çalakiya ku bavê Barçîn jî axivî, xwişka wî Şîlan Barçîn helbest xwend.

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyana 4 şehîdan hate nîşandan.