Li Cenevreyê dewleta Tirk û bêdengiya NY’yê hate protestokirin

Kurdistaniyan li bajarê Cenevre êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya NY’yê protesto kirin.

Çalakiya rûniştinê ya her Çarşem a Kurdistaniyan di çarçoveya ‘Li dijî dagikerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye; Dem dema azadiyê ye’ li pêşiya Ofîsa Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre 25’ê Çileyê dabû destpêkirin, hê jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li dorî konê li pêşiya NY’yê kom bûbûn, dom dike.

Çalakî di deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê hate girtin.

Hevserokê Civaka Kurd a Cenever Salih Saglam ê bang li Kurdistaniyan kir diyar kir ku çalakiya wan a rûniştinê ku ji 25’ê Çileyê û vir ve dane destpêkirin, dixwazin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Saglam got: “Bi tecrîda li ser Rêbertiya me dixwazin vîna me teslîm bigirin, dewleta Tirk a bi vê têr nabe, bi êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê re carekî din plana qirkirina gelê Kurd nîşan da.

Bêdengiya NY’yê ya li hember êrîşên qirkirinê ya li ser Mexmûrê ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Berxwedana me ya li hemberî tecrîd û dijî êrîşan wê bidome.”

Çalakî piştî pişta xwe dan NY’yê bi dirûşman dawî bû.