BI DÎMEN

Li Berlînê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’

Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Di meşê de wiha hate gotin, “Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya herêmê mifteya lêgerîna aştî û edaletê ye.”

Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” meşek hat lidarxistin.


Meş li Gesundbrunnenê ku yek ji herêmên herî qerebalix ên Berlînê ye, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi daxuyaniyan dewam kir.

Endamê TCŞ’ê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Li dijî tecrîd, êşkence û bêhiqûqiya 25 salan em li kolanan e. Abdullah Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rêya çareserî ye. Lê cîhan vê rastiyê paşguh dike. Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û CPT li hemberî tecrîda li dijî mirovahiyê ya li Îmraliyê bêdeng in, zagonên xwe binpê dikin û bi awayekî eşkere çavên xwe ji binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê re digirin. Dema ku berxwedana rewa ya gelê Kurd tê terorîzekirin, polîtîkayên emperyalîst ên Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Em bêdeng nabin, em ê bêdeng nemînin! Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya herêmê mifteya lêgerîna aştî û edaletê ye. Azadkirina wî ji daxwazeke sembolîk wêdetir, ji bo pêkhatina aştiya rasteqîn a li Rojhilata Navîn pêwîst e. Divê demildest ev tecrîda li dijî mirovahiyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe. Divê êdî dawî li polîtîkayên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne were. Ji ber ku em dizanin azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e."

Piştre nûnerê Young Struggle daxuyanî da. Nûner diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketine qadan û got, “Nûnerê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê îro li pişt dîwarên Îmraliyê di bin êşkence û tecrîdê de ye. Heke em îro li van kolanan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têdikoşin, domandina vê têkoşînê girîng e. Em her roj nûçeyên qetilkirina sivîlan li Başûrê Kurdistanê dibihîzin. Yên ku van sivîlan qetil kir, dewleta Tirk a faşîst a qirker e.”

Beşdarên meşê gelek caran bê navber dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re azadî" û "Dawî li tecrîdê bînin" berz kirin.

Meşa li Gesundbrunnen destpê kir, li Franz-Neûmann-Platzê bi dawî bû.

Tevî hewldana provokatîf a polîsên Elman jî meş bê navber dewam kir. Gel di dawiya meşê de ji bo şermezarkirina binçavkirina 4 kesan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di encama çalakiya rûniştinê de kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.