BI DÎMEN

Li Baselê civîna gel: Werin em bi sed hezaran biherikin Kolnê

Rojnamevan û Nivîskar Ferda Çetîn diyar kir ku pêwîste pêngava azadiyê bêyî ku ji demê re bê hiştin xebatên wê bi xurtî bên meşandin û got: "Divê em vê pêvajoyê baş bi rêxistin bikin û bi sed hezaran kesî bigihînin mîtînga Rêbertiyê."

CIVÎNA GEL

Amadekariyên meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya syasî” bê lidarxistin, bi hemû leza xwe didomin. Di çarçoveya amadekariyan de li salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê yê Swîsreyê civîna gel hat lidarxistin. Li salona civînê pankartên ji gotinên Rêber Apo pêk dihatin, wêneyên Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Ali Orek) ên li dijî TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn hatin daliqandin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di civînê de ewil nameyên fedaiyan ên ku li pey xwe hiştibûn hatin xwendin.

‘FEDAYIYAN BERPIRSYARIYEKE MEZIN JI ME RE HIŞTIN’

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Sozdar Sîdar destpêkê axivî û Asya Elî û Rojger Hêlîn bi bîr anî. Sozdar Sîdar diyar kir ku çalakvanên fedaî berpirsyariyên mezin ji gelê Kurdistanê re hiştin û wiha got: “Peyamên ku şehîd Asya û Rojger ji me re hiştin pir zelal in. Rol û mîsyonên ku divê em di vê pêvajoyê de bilîzin û bi cih bînin, diyar kirin. Vê çalakiyê beriya her tiştî îradeya gelê Kurd derxist holê. Armanca vê çalakiyê li dijî zîhniyeta ku gelê Kurd qetil dike ye. Hevalên ku ew çalakî li dar xistin bêhn li dijmin çikandin. Divê em bêhtir xwedî li çalakiyên hevalên xwe derkevin.”

Sîdar têkildarî têkoşîna li dijî tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê jî wiha ev tişt anî ziman: “Hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hat. Divê em layiqî vê silavê bin. Di vê pêvajoyê de divê em bi ruhê hevrê Rojger û Asya rexneya xwe bidin Rêber Apo û pêvajoyê. Divê her yek ji me li gorî ruhê têkoşîna Rêbertî û van hevalan nêz bibe. Çi dibe bila bibe, divê em soza xwe ya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nû bikin. Em ê hewl bidin layiqî vê têkoşînê bibin.”

'YÊN KU DIXWAZIN ŞEKIL BIDIN ROJHILATA NAVÎN DIVÊ RÊBER APO TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIKIN’

Rojnamevan û Nivîskar Ferda Çetîn jî di civînê de axivî. Çetîn diyar kir ku ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya Kolnê li her derê civînên gel tên lidarxistin û bal kişand ser geşedanên dawî. Çetîn anî ziman ku di çarçoveya pêngavê de ji bo azadiya Rêber Apo gelek çalakî û plan hene û wiha got: “Em ketin sala duyemîn a pêngavê. Dema ku em ber bi van planan ve diçin gelek tişt qewimîn. Di vê pêvajoyê de yê ku Bahçelî da axaftin AKP ye. Li vir dagirker dibêjin, ‘Kîlît tê girtin’. Lê rewşek neserkeftî ye. Di qada siyasî de êrîşên qirkirinê û qeyûm didomin. Yên ku Bahçelî dan axaftin bi ser neket. Yên dixwazin şekil bidin Rojhilata Navîn divê Rêber Apo jî tevlî vê pêvajoyê bikin. DYE û YE’yê di vê pêvajoyê de bi eşkere piştgirîya Îsraîlê dikin. Di vê pêvajoyê de mînakên şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn tên dayîn.”

'DIVÊ EM WAN NEÇARÎ AZADIYA RÊBERTIYÊ BIKIN’

Ferda Çetîn der barê pêngava azadiyê de jî axivî û wiha dom kir: “Armanca pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di hemû qadan de bi vî rengî tê meşandin. Di pêvajoyeke wiha de biryar û tercîhên Bahçelî ne tesadufî ne. Eşkere ye ku weke 'Gotin ji devê wî derket û qediya' nêzîk nebûn. Di vê pêvajoyê de Omer Ocalan bi Rêbertî re hevdîtin kir. Ji bilî hevdîtinê ti agahiyên me nînin. Ji bilî gotinên Rêbertî tiştekî din nîne. Tecrîd didome. Ji bo vê jî divê em bêyî ku gavê paşve bavêjin tevlî pêvajoyê bibin. Civaka me ya li Ewropayê beşa pêncemîn a têkoşînê ye. Weke civaka li Swîsreyê parçeyek vê têkoşînê ne û divê li qadan bin. Divê em rêxistinbûn û têkoşînê pêş bixin.

Rêbertiyê di pêvajoyên berê de xwest nîqaş vekirî û eşkere bin. Ger li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bê destpêkirin, divê bi dizî neyê kirin. Tevgera me ne rêxistineke parçeyê ye. Divê em têkoşîn û rêxistina xwe ya li Ewropayê ragihînin. Divê em wan neçarî azadiya Rêbertiyê bikin. Ger ku pêvajoyek pêş bikeve divê em ji nêz ve bişopînin. Divê em vê pêvajoyê vebêjin. Ev ji aliyekî ve karê dîplomasiyê ye û ji aliyê din ve karê gel e.”

Çetîn der barê mîtînga 16’ê Mijdarê ya li Kolnê de jî ev tişt anî ziman: “Eger tevlîbûnek xurt were xwestin, divê em li qadan bi xurtî bixebitin. Li Swîsreyê gelek meclîsên me hene; Ger nîvê wan jî tevbigerin, dê hêzek pir mezin derkeve holê. Divê em vê pêvajoyê baş birêxistin bikin û bi sed hezaran kesî bigihînin mîtînga Rêbertiyê.”