Li bajarên Ewropayê protesto: Kujer dewleta Tirk û PDK! - HATE NÛKIRIN

Kurdên li bajarên Îtalya, Swîsre û Fransayê û dostên wan, êrîşên dewleta Tirk û hevkar PDK’ê protesto kir û peyama “Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin“ dan.

Bertekên Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropayê dijîn ên li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê berdewam in.

MARSÎLYA

Li Bajarê Marsîlyayê yê Fransayê êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi meşekê hate protestokirin. Kurdistanî, ji Qada Canebiere ya bajarê Marsîlyayê ber bi  Qada Viues Portê meşiyan. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, xiyanetê PDK’ê şermezar kir. Di meşê berxwedana gerîla hat silavkirin.

ZURÎH

Navendek din a çalakiyan bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bû. Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Zurîhê çalakiyek hat lidarxistin. Navendên Civaka Kurd ên Swîsreyê (CDK-S), Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-) û dostên Kurdan tev li çalakiyê bûn.

Kurdistanî li îstasyona trenê ya navendî hat ba hev, heta bi Sefaretxaneya DYE’yê meşiya.

'EM BI CIWANÊN XWE RE NE'

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer a di çalakiyê de axivî  û got: ‘’Em li her derê bi ciwanên xwe re ne. Em ê bi gerîlayên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin re ne.’’

KOMKUJIYÊN LI SER KURDAN HATIN TEŞÎRKIRIN

Kurd û dostên wan, li Operhausê çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakgerên skeç kirin, bi tanka maket a bi amblemê NATO’yê qetilkirina Kurdan teşhîr kir.

Çalakger heta ber bi Sefaretxaneya DYE’yê meşiyan û li vir daxuyaniya xwendin ji bo çapemeniyê.

KAMPANYA XWEDÎ DERKETINÊ

Li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç axivî û ev tişt gotin: “Em jin, ciwan û jin xwedî li berxwedana gerîla derdikevin. Ji niha û pê de em dest bi kampanyaya xwedî derketin li gerîla li her derê dikin. Em bang li hemû gelan dikin: Li dijî dagirkeriyê em xwedî li berxwedana derbikevin, çav û guhên xwe ji vê dagirkeriyê re negirin.“

Di daxuyaniya li ser navê rêxistinên ciwanan hatin xwendin de banga zêdekirina têkoşînê hat kirin.

Piştî axavtina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Zurîhê Seyda Tofûr çalaki bi dawî bû.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li ber Sefaretxaneya Dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiya Kurd, Îtalyan û antîfaşîst tev lê bûn de dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin.

BI QASÊ DEWLETA TIRK, PDK JÎ QATIL E

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Bi qasê dewlet Tirk, PDK jî qatil e. Dewleta Tirk tevî hemû teknolojiya xwe serî bi gerîla re dernexist û çekên kîmyewî bi kar anî. Divê dewletên Ewropayê li dijî dewleta Tirk a faşîst  bibin xwedî helwest.’’

PARÎS

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, piştgiriya hêzên emperyal a navneteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bi mîtîngeke li paytexta Fransayê, Parîsê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku dagirkerî û hewildanên qetilkirina Kurdan bi tecrîdê ve girêdayî bi pêş de diçin.

Li ser banga CDK-F’ê Kurdistanî li Qada Saint-Augustinê hatin ba hev, dirûşmeyên ‘’Erdoganê qatil’’, ‘’Bimire xiyanet’’, ‘’Rejîma Tirk faşîst e’’, ‘’Ji Ocala re azadî’’ û ‘’Em hemû PKK’yî ne’’ hatin berzkirin û pankartê ‘’Kurdistanê biparêze’’ nivîsandî  hat vekirin.

Piştî berzkirina dirûşmeyan, Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp daxuyanî xwend. Demîralp berxwedana gerîla silav kir û diyar kir ku dil û hişê gelê Kurd di berxwedaneke dîrokî de ye.

Demîralpê da xuyakirin ku di serî de DYE; hêzên emperyalîst ên navneteweyî li piştgiriya xwe ya ji bo êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê dewam dikin û got: “Armanca dewleta Tirk bi van êrîşan, temamkirina qetila Kurdan e. Êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re tên birêvebirin. Tecrîd li dijî vîna çareseriyê ya pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer re rasterast girêdayî ye."

Demîralp îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehrî sûcên şer dike û bêdengiya saziyên navneteweyî nîşaneya herî berbiçav a hevkariya wan a di vê dagirkeriyê de ye.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de ji xeynî gelê Kurd ê ji çar parçeyên Kurdistanê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û PDK ya hevkar dan.

Beriya mîtîng dest pê bike di şexsê Şehîdên meha Gulanê de ji bo şehîdên Kurdistanê û şoreşê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Di çalakiyê de bang li PDK’ê hat kirin ku demildest dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde û bang li dewleta Tirk hat kirin ku ji axa Kurdistanê derbikeve.

Di mîtîngê de ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Dewleta Tirk a bi piştgiriya NATO’yê tevdigere bila baş bizane; Rêbertî û gerîla xetên sor ên gelê Kurdistanê ne. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li her cihê ku lê ne, wê li ber welatên NATO’yê yên piştgiriya faşîzma dewleta Tirk dikin û pratika xiyanetê ya PDK’ê rabin.“

Di mîtîngê de bênavber dirûşmeyên ‘’Bimire xiyaneta PDK’ê’’, “Bijî HPG’’, ‘’Bijî YPG’’, ‘’Bijî YPJ’’, ‘’Jin jiyan azadî’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Es lebe gerilla’’,  ‘’Turkische Arme raus aus Kurdistan’’ û ‘’Hoch die internationale Solidaritat’’ hatin berzkirin. Mîtînga saet di 16:00’an de dest pê kir saetek bi şûn de bi dawî bû.

KOPENHAG

Ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya PDK’ê dewam dike, li bajarê Kopehhag ê Danîmarkayê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiya bi armanca şermezarkirina bikaranîn çekên kîmyewî li ser Zap, Metîna û Avaşînê  û protestokirina êrîşên li ser Şengalê hat lidarxistin de bang li her kesî hat kirin ku di pêvajoyê şerê hebûn û nebûnê de tev li seferberiyê bibin.

Çalakiya li qada Şaredariya Kopenhagê hat kirin, bi rêzgirtina ji bo şehîdên meha Gulanê dest pê kir.

Bi axavtinan ev tişt hatin destnîşankirin:

Şerê dewleta Tirk a faşîst a bi hevkariya PDK’ê yê li dijî gerîlayên azadiyê dike her ku diçe yekcar qirêjî dibe. Li dijî gerîlayên bi qehremanî li ber xwe didin çekên kîmyewî bi kar tîne, sûcên şer dike. Bêdengiya netewe dewletên bi nêzîkatiyên xwe yên durû piştgiriya qetilamên dewleta Tirk dikin, tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re.

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bijî berxwedana Zapê’’ hatin berzkirin.