Li Awûstûryayê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya ciwanan Newroz bi coş hate pîrozkirin. Di şahiyê de azadiya Rêber Apo hate xwestin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya ciwanan Newroz bi coş hate pîrozkirin. Di şahiyê de azadiya Rêber Apo hate xwestin.
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Awûstûrya Viyanayê Newroz pîroz kirin. Şahî bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) hate lidarxistin. FEYKOM’ê piştgirî da şahiyê. Girseya ku li Albertina Platzê hatî ba hev, heta Resselparkê meşa meşaleyî lidar xist. Bê navber dirûşmeyên “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin.
Li Resselparkê deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê YXK’ê Lorîn axivî û got, “Em siberojekê xeyal bikin ku ruhê Newrozê li her devera Kurdistanê zindî ye. Her yek ji me agirê hêviyê yê di hundirê xwe de, jinûve gur bike. Em ji şervanên azadiyê hêz bigirin.”
Piştre girseyê li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Ji Serokatiya Şaredariya Viyanayê ya 9’emîn, Saye Ahmed jî beşdarî şahiyê bû û Newroza her kesê pîroz kir.
Şahî bi bernameyên Rizgar Akan, Koma Dengê Bêzar, Koma Dem û Hozan Arîanan dewam kir.