Li Aûschwîtzê ji bo firarkirinê amûrên metbexê dihatin veşartin

Di kolandinê de ya li Kampa Komîserhevkirinê ya Aûshwîtzê de, ku Qirkirina Yahûdiyan bi giştî li vir pêk hat, amûrên metbexê hatin dîtin ku fikir ew e ev amûr ji bo firarkirinê hatine veşartin.

Li Kampa Komîserhevkirinê ya Aûshwîtê ku niha li nav sînorên Polonyayê dimîne, dema Şerê Cîhanê yê Duyan ji hêla Naziyan ve exleb Yahûdî 1,1 milyon kes hatibûn kuştin.

Li Kampê dema xebatên restorekirinê, ku Ewistûrya restorasyonê fînanse dike, hin amûrên girtiyan hatin dîtin, ku heta niha bi wan nedihate zanîn. Hate ragihandin di valahiyên şomîneyê de, yên bloka nimroya 17'an gelek amûrên metbexê hatine dîtin.

Tê zanîn qedexe bûye ku girtî amûrên wiha li blokên ku lê dimînin veşêrin, fikir ew e ku ev amûr ji bo firarkirinê hatine veşartin.