Li Atînayê meşa ciwanan bi dawî bû

Ciwanan di roja sêyan de jî meşa xwe domandin û gotin “Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, wê berxwedana me bidome.”

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye ciwanên Kurd li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî dabûn destpêkirin. Meş di roja 3’an de bi dawî bû.

Meş li Lavrîoyê dest pê kir. Bi sedan Kurd, Yewnan û şoreşgerên enternasyonal li Akademîayê hatin ba hev û ber bi konsolosxaneya Tirk dest bi meşê kirin.

Çalakger bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire komplo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ hatin pêşiya konsolosxaneya Tirk û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê çalakgeran siyasetmedar Huseyîn Arasan komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Di şexsê Rêbertî de dixwazin Kurdan tune bikin. Rêber Apo û gelê Kurd bi berxwedaneke mezin bersivê didin vê komployê. Berxwedana me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bidome.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse bi sloganan vegeriya kampa Lavrîoyê.