Li Atînayê êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin

Li Atînayê êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Rîseûp4Rojava û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Girê Lîkavîttos a li navenda Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye,  berêvarî çalakiyek kir.

Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û greva birçîbûnê ya li zindanan û berxwedana gerîlayan jî hate silavkirin.

Di çalakiyê de meşale hatin hildan û fîşekên hewayî hatin teqandin.