BI DÎMEN

Li Aarauyê ji bo şehîdan bîranîn

Li Aarauyê şehîd Bêrîvan Cûdi (Behiye Ayaz), Bêrîvan (Gulistan Beştaş), Xebat Seyda (Mehmet Îsa Demîrtaş) û Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiyekê hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê ji bo Bêrîvan Cûdî (Behiye Ayaz) ku di sala 1996'an de şehîd bû û xwarziya wê Bêrîvan (Gulistan Beştaş) û Xebat Seyda (Mehmet Îsa Demîrtaş) ku piştî şehadeta wê tevlî gerîla bûn û ji bo şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî, bîranînek hat lidarxistin.

Di bîranînê de malbatên şehîd Bêrîvan Cudî û Xebat Seyda, her wiha endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW), Meclîsa Gel a Aarau ya Mehmet Tûnç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Aarau amade bûn.

Bîranîna ku li salona konferansê ya Mala Kurda ya bajarê Aarauyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Di bîranînê de li ser navê KOWAW'ê Saadet Kûran axaftinek kir. Kûran bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û got, "Em girêdayî şehîdên xwe ne. Eger em bêjin "Şehît Namirin", divê em li gorî wê bijîn. Wan ji bo vî gelî canê xwe feda kirin. Bi saya wan em hatine vê rojê. Wezîfeya me hemûyan e ku em têkoşîna wan bigihînin serketinê. Em nikarin bêjin şehîd Namirin û bi rehetî li malên xwe rûnên."

Piştî Saadet Kûran birayê şehîd Bêrîvan Hasan Ayaz û birayê şehîd Xebat Seyda Welat Demîrtaş axaftin kirin. Malbatên şehîdan careke din dubare kirin ku ew ê girêdayî şehîdên xwe bimînin û têkoşîna wan bidomînin.

Endamê Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngol ku ew jî tevlî bîranînê bû, axaftinek kir.

Di dawiyê de piştî nîşandana sînevîzyona ku hatî amadekirin, çalakî bi berzkirina dirûşemeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.