Li Êrîvanê peymana li ser Şengalê protesto kirin

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê saziyên civaka sivîl ên Êzidî bi daxuyaniyekê planên li ser Şengalê protesto kirin.

Nerazîbûnên li dijî peymana di navbera hikûmeta Bexda-PDK’ê de ya li ser Şengalê bê navber dewam dikin. Saziyên Êzidî yên li paytexta Ermenistan Êrîvanê li mala Gel bi daxuyaniyekê ev peyman protesto kirin.

Li ser navê saziyên Êzidî Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan daxuyanî da.

Dirboyan bi banga ku divê hemû rêxistin û saziyên Kurdistanî destekê bide Şengalê dest bi axaftina xwe kir û got: “Civaka Êzidî ya Şengalê ji bo carekî din ferman bi serê wan neyê, sîtemek parastinê ya ji hêza û xwebûna xwe ava kiriye. Dîsa sîstemeke li ser bingehê demokratîk ji bo xwe bi rê ve bibe avakiriye. Ev sîstema hatî avakirin kurewî û demokratîk e. Mîna ku zirar nedaye kesê ji bo demokratîkbûna herêmê jî sûdmend bûye. Em dizain ku hinek vê yekê ji bo civak Êzidî pir dibînin. Em peymana Bexda-Hewlêr ku dewleta Tirk jî di nav de ye şermezar dikin.

Em saziyên civakî yên Êzidî ku li Ermenistanê ne li gel civaka Êzidî ya Şengalê ne. Divê hemû partiyên Kurdistanê li kû dibin bila bibin, xwedî li civaka Êzidî derkevin, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê destekê bidin.”