Leyla Agirî û Dozdar Hamo li Parîsê hatin bîranîn

Li Parîsa paytexta Fransayê bi çalakiyekê endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) û Fermandarê pêşeng ên PKK’ê Dozdar Hamo (Abdulrahman Hamo) hatin bîranîn.

Îro li Navenda Civaka Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê, endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) ya ku di êrîşên hewayî yên Hezîrana 2020’an de şehîd bûyî û femandarê pêşeng ê PKK’ê Dozdar Hamo (Abdulrahman Hamo) ku di Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû hatin bîranîn.

Gelek Kurdistaniyên li Parîsê dijîn tevlî bîranînê bûn. Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtin hatî destpêkirin li ser navê Komîteya Şehîdan Hayrî Uludag axivî.

Ûlûdag gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘PKK partiya şehîdan e’ bi bîr xist û got ku “Ji ber vê PKK ji bo gelê xwe li ber xwe dide û berxwedana xwe didomîne.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr jî diyar kir ku Leyla Agirî 27 salan têkoşiya û xwedî kedeke mezin e.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Leyla Agirî hate nîşandan.