Kurdistaniyên Rûsya dagirkeriya Tirk protesto kirin

Kurdistaniyên li Krasnodar û Yaroslavl ên Rûsyayê dijîn êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kurdan bi çalakiyan protesto kirin.

Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê li her cihê Kurd lê ne tê protesto kirin.

Meclîsa Gel a li bajarê Krasnodarê daxuyaniyek da. Daxuyanî Endamê meclîsê Refîk Babayev da û diyar kir ku êrîşên dijwar ên li ser gelê Kurd tê kirin, di çarçoveya konseptekê de tê kirin û li ber vê jî hemû raya giştî ya cîhanê bêdeng e, çavê xwe li hemû xwepêşandanên protestoyî yên li dijî vê girtine.

Bavbayev anî ziman ku şerê dewleta Tirk a li Herêmên Parastina Medyayê di asteke nû de dewam dike û got: “Çawa ku daristanên Bakurê Kurdistanê dişewitandin, niha jî bi heman rêbazê xwezaya Başûrê Kurdistanê jî talan dikin. Darên li daristanên nava axa sînorê Başûrê Kurdistanê tên birîn û talankirin. Bi vê yekê derket holê ku rêveberên PDK’ê û Malbata Barzanî ya hevkar û li ser xeta îxanetê dimeşin xaka Başûrê Kurdistanê firotine rejîma faşîst a Tirk. PDK dixwaze xiyaneta xwe pêştir bibe û şerê Kurd bi Kurd bidin destpêkirin. Şandina pêşmergeyan a Herêmên Parastinê yên Medyayê asta hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk dide nîşandan.

YEROSLAVL

Kurdên li herêma Yeroslavl jî dijîn êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Li ser navê Meclîsa Kurd Mircan Kasoyan diyar kir ku ji êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hikûmeta Iraq û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê berpirs in.

Kasoyan anî ziman ku di demekê de êrîşên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd dijwar dibin divê xwedî li gerîla bê derketin û got: “Yên li Bakur, Rojava, Başûr û Şengalê êrîşan dikin heman hêzên ku li komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîne. Yekan e sedemê ku DYE û YE ya li ber êrîşan bêdeng in, ev hemû êrîş bi erêkirina wan pêk tê ye.”