Kurdistaniyan li Atînayê bi meşekê piştgirî dan pêngava KCK’ê

Bi sedan kesên li Atînayê ber bi Sefaretxaneya Tirkiyê ve meşiyan û pêngava KCK’ê dayî destpêkirin ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Akademîa ya paytexta Yewnanistan Atînayê hatîn gelhev, bi meşekê xwedî li pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” derketin.

Di meşa bi banga Navenda Çanda Kurdistan û Tecgera Ciwanên Şoreşger hatî lidarxistin de, wêneyek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PKK û KCK’ê û pankartên bi nivîsên Kurdî, Îngîlizî û Yewnanî hatin rakirin.

Di meşê de li ser hev dirûşmeyên “Kujer faşîst Erdogan”, “Bê Serok jiyan nave” û “Bijî berxwedana PKK” hatin berzkirin. Gelên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

Meşê hetanî Sefaretxaneya Tirkiyê dom kir. Meşa di bin dorpêça polîsan de hetanî ber sefaretxaneyê dom kir, di axaftinên li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê hatîn kirin de, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û peyama berxwedanê li dijî êrîşan hate dayîn.