Kurdistanî û dostên wan li Saarbrucken û Darmstadtê daketin qadan
Li bajarên Saarbrucken û Darmstadtê yên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Li bajarên Saarbrucken û Darmstadtê yên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên ku li stasyona trenê ya navendî ya Saarbrucken a Elmanyayê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngê şermezar kirin û peyamên dilsoziya bi berxwedana gelê Rojava re dan.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku sibe li bajêr bê lidarxistin hat kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana QSD'ê", "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Bimre xiyanet", "Dagirker ji Rojava bicehemin" û "Terorîst Erdogan" bi dawî bû.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel ve hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Bi dehan Kurdistanî, endamên Komeleya Piştevaniya Rojava ya Elmanyayê û nûnerên partiya Dîe Lînke beşdarî meşa ku li kolana herî qelebalix a bajêr hat lidarxistin, bûn.
Hevserokê FCDK-KAWA’yê Mehmet Çopan di çalakiyê axivî û bal kişand ser lîstikên li ser Rojava. Çopan diyar kir ku ciwanên Kurd wê li dijî êrîşên dijmirovahî têdikoşin û got, "Em ê her roj li qadan bin."
Gelek saziyên li Elmanyayê jî peyamên piştgiriyê dan. Di meşê de ku pankart û alên mezin ên TEV-DEM'ê ya Rojava hatin hilgirtin û dirûşmên "Qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin.
Meş bi banga beşdarbûna mîtînga navendî ya sibê saet di 13:00 de li Qada Alte Opera ya Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bû.