‘Kurdistan yek welat e, gelê Kurd xwedî mafê çarenûsê ye!’

Encamnameya civîna 29’emîn a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî hate eşkerekirin.

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 26’ê Cotmeha 2024’an, civîna xwe ya 29’emîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK’ê, li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansaziyek hevbeş hate çêkirin.

Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, bi taybetî rewşa dawî ya nîqaşên li ser çareseriya pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê, di vê pêvajoyê de rewş û rola Rêber Apo, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojava, hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê, rewşa xeternak û guhertina demografiya Efrînê û deverên din ên Rojava, li başûrê Kurdistanê kêşe û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hamas – Hizbullah - Îranê, her wiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. Her wiha li gel plansaziya kar û xebatan, pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî ya Kurdistanê û biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk ên li rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagîrker dike û li hemû Cihanê dijî gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagirkerî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şengal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demê de rojane êrîşê rojavayê Kurdistanê jî dike û xwe ji dagirkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemû deskeftiyên gelê Kurdistanê ye.

Bi Berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, berdewame, ev berxwedan êrîş û planên dewleta Tirk vale derdixe. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadiya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike. 

Ji serê vê mehê ve li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriya pirsa Kurd têne kirin. Nîqaş ji aliyê hikumetê ve hatin destpêkirin û berdewam in. Di vê demê de piştî bêdengî û bê irtibatiya 43 mehan, biraziyê Birêz Ocalan çû girava Îmraliyê û ji Birêz Ocalan peyamek giring a banga aştî û çareseriyê anî. Lê hêja tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan berdewam e. Civîn nîqaşên li ser çareseriya pirsa Kurd giring dinirxîne û hêvî dike ku ev nîqaş bibin bingeha pêvajoyek diyalog û çareseriyê. Civîn banga aştî û çareseriyê ya Birêz Abdullah Ocalan, girîng dibîne û piştgiriya xwe radigihîne. Her wiha civîn bang li hikumeta Tirkiye dike ku rojekî zûtir tecrîdê li ser Birêz Ocalan rake, jibo bikare rola xwe ya di pêvajoya diyalog û çareseriyê de bi cih bîne, tendurîstî û ewlekariya wî biparêze û şert û mercên rehet hereketkirinê jê re amade bike.

Di roja 23’yê Cotmeha 2024’an de, ji aliyê hêzên gerîla ve, li Enqerê êrîşek li ser kargehek a çekên hewayî çêbû. Ev hêza Gerîla girêdayê HPG’ê ye û çi eleqeyan wê bi Rojava ve nîne. Lê dewleta Tirk ev kire hêcet û êrîşê hemû deverên Rojava, Şengal û gelek deverên din yên Başûr kir û di dema civînê de jî ev êrîşên hovane berdembûn. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqûqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesaziya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depo û bîrên petrolê, depoyên gazê, depoyên genim, kargehên ard û firin, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Civîn êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar û mehkum dike. Li gorî huqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatiyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û em ê sûcên dewleta Tirk bibin dadgehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk ên li rojavayê Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.

Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û palnê guhertina demografiya Efrînê berdewam in. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, praniya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Ev kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewam in. Heman tişt li Serêkaniyê û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin, li hember êrîşan rawestin û van deveran azad bikin.

Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

Êrîş, tehdît û destwerdanên Turkiya û Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê zêdebûne û berdewam in. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wana, ewlekariya herêmê têxin di bin xeteriyeke mezin de. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatiye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin. Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Piştî du sal li ser wextê hilbijartinan de derbazbûyî, hilbijartina parlamentoyê pêkhat.

Çiqas derg be jî pêkanîna hilbijartinan giringe. Heta niha encamên fermî nehatine ragihandin û lê encam diyarin. Kurdistan û herêma Rojhilatanavîn di demeke aloz û giring de derbazdibi. Di zûtirin demê de kombûna parlamentoyê û avakirina hukumet û dem û dezgehan gelek mihime. Civîn di vê demêde pêkanîna hilbijartinan giring dibîne û ji hemî terefan daxwaz dike ku demeke zûtir de hukumetekî demokratîk avabikin û li ser çareseriya pirs û pirsgirêkan raweste.

Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, di serî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemû gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.

Di zîndanên Îranê de rewşa girtiyên siyasî hingî diçi girantir dibi û zext û çewsandin li ser girtiyan zêdetir dibi. Ji ber van zext û çewsandinan, girtiyên siyasî, bertek nîşandidin û dem dem dikevin grevên birçîbûnê. Niha jî grevên biçîbûnê hene. Civîn xwestin û çalakiyên girtiyan heq û meşru dibîne û destek diki û bang li rayedarên Îranê diki ku ji dev zulm û zordarî û bê huqoqiyê berdin.

Li gorî peymana di navbera Iraq û Îranê, ji meha Îlona 2023’yan pêve, hêz û partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li qempan hatin bilavkirin. Îran rewşa wana ji nêzik ve dişopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Ev rewş hingî diçe xeternaktir dibe û zextên li ser partiyan zêdetir dibin. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtiya îdam dike. Her wiha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin. 

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir eniyekî (bereyekî) di nav xwe de pêk bînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn. 

Her wiha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

Peywendiyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîkîbin û gorî berjewendiyên gelê Kurd bin. Nabi li dijê hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijê hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê, hevkariya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike. Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbazê Lubnanê bûye û car caran jî derbazê Sûriye, Yemen û Îranê dibi. Ev şer hingî diçi fireh dibi û ber bi şerekî Cihanî ve diçi. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyem navdikin.

Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêziya nav mala Kurd, yekîtiya neteweyî gelek mihime. Ji ber vê rewşê û biryarên dema pêş yên vî warî de, rojevek sereke jî pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî bû. Salek pêş niha di Konferansa Lozanê de jî ev mijar hate nîqaşkirin û li ser komkirina konferansekî vî rengî biryar hate standin. Ev biryar ji wê demê ve di rojeva me de ye. Mixabin heta niha me nekariye vê konferansê kombikin. Jibo amadekariyên vê konferansê, civînê biryar da ku pêşiyê şêwîrên parçeyan bêne çêkirin û bi wî rengî konferansa giştî bête çêkirin. Li ser vê civînê biryar da ku li ser vê mijarê rêze hevdîtîn bi hemî partî û saziyên Kurdistanî re bêne çêkirin û di demeke kurt de şêwîrên parçeyan bêne çêkirin û komîteya amadekar ya konferansê bête avakirin.

Piştî 43 mehan, biraziyê Birêz Ocalan çû girava Îmraliyê û ji Birêz Ocalan agahiyek anî. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd rabiye. Ji xwe Birêz Ocalan bi xwe dibêji tecrîd berdewame. Rakirina tecrîdê tinê têrê naki, divê Birêz Ocalan bête azadkirin. Jiber vê divê çalakî û kampanyayên azadiyê bêne xurtkirin. Civîn Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dike û bang li hemî kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin. 

Di çerçoveya vê kampanyê de di roja 16’ê Mijdara 2024’an de, li Almanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngek mezin pêktê. Civîn bang li hemî Kurd û dostên Kurdan diki ku tevlî vê meş û mitîngê bibin û kampanya azadiyê xurt bikin.

Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karên diplomasiyê bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!
Jin, Jiyan, Azadî!”