Kurdên Rûsya Zîlan bibîr anî û êrîş dagirker şermezar kirin

Kurdistaniyên li Mala Kurdan a paytexta Rûsya Moskovayê hatin ba hev, Zeyneb Kinaci (Zîlan) bibîr anî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kirin.

Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurd ên li Mala Kurdan a li Moskova bi çalakiyekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bibîr anî. Kurdistaniyan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li çar parçeyên Kurdistanê bi armanca qirkirina Kurdan tê kirin û êrîş şermezar kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ev êrîş di çarçvoeya konseptekî navneteweyî de tê kirin û her diçe hê zêdetir dibin û bang hate kirin ku li dijî vê lezgîn bikevin tevgerê.

Di çalakiyê de Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî li Rûsyayê (TJKN) Cûliyeta Aram axivî û diyar kir ku gelê Kurd di qonaxekî giran re derbas dibe û li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî dijwar tê kirin. Aram anî ziman şerek dijwar di serî de li ser jin, zarok û hemû nirxên Kurdan tê kirin û ev jî weke teror pênase kir.

Aram bibîr xist ku dewleta Tirk 40 sal in bê navber polîtîkayên înkar û qirkirinê li ser Kurd û tevgera Azadiya Kurd dide kirin û got: “Tevî her tiştî jî têkoşîna gelê Kurd a azadiyê nehatiye rawestandin û wê ji niha û şûnde jî neraweste.”

Aram diyar kir ku her ku dewleta Tirk têk diçe har dibe û êrîşî Şengal, Mexmûr, Kobanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Aram Zeyneb Kinaci (Zîlan) a sala 1996’an li dijiî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dersimê çalakiyek fedayî kir bibîr anî û got: “Bi hezaran jinên Kurd ên rêha Zîlan dişopînin, di serî de wê Tirkiye û hemû hêzên dagirker têk bibin. Divê di salvegera şehîdbûna Zîlan de ewilê jin û hemû gelê Kurd bersivên xurt bidin êrîşên dagirker. Li dijî dagirkeriyê berxwedanekî xurt raber bikin.

Aram bal kişand ser bêdnegiya raya giştî ya cîhanê ya li ber êrîşan û dîsa durûtiya wan diyar kir ku di serî de DYE, Rûsya û hemû dewlet û hêzên navneteweyî ji van êrîşan agahdarin, bi erêkirina wan tê kirin. Aram ev hêz şermezar kir û got Kurd wê bi hêza xwe û têkoşîna xwe azad bibin. Herî dawî Aram anî ziman ku Kurd encdq bi yekîtiyê dikare dijminê xwe têk bibe û got: “Mixabin li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ji ber xeta xiyanetê yekîtî pêk nayê.”

Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî jî axivî û êrîşên gelê Kurd dike hedef şermezar kir. Azmarî anî ziman ku êrîşên hov ên dewleta Tirk ne ji ber bihêzbûna wê berovajî ji ber têkokçûna wê ya li ber têkoşîna gelê Kurd e. Azmarî diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe sax bike û got: “Bi teqez wê têkoşîna gelê Kurd bigihêje serketinê.”