Kurdên li Hîldesheîmê name ji bo NY’yê şandin

Kurdên li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Kampanya şandina nameyana a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) re dom dike.

Kurdên li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê dijîn di vê çarçoveyê de ji NY’yê re name şandin.

Çalakvanan diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.