Di encama berxwedana gelê Kurd û dostên wan de bendên beton ên li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd (KCC) ku ji 27'ê Mijdarê û vir di dorpêça polîsan de bû, hatin rakirin û avahî dîsa radestî gel hate kirin.
Polîsên Ingiliz di 27’ê Mijdarê de bi awayekî hemwext, bi ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û gelek malên çalakvanên Kurd de girtin. Polîsên Îngiliz ku deriyên avahiya KCC’ê û malên Kurdan bi balyozê şikandin û ketin hundir, aktivîstên Kurd bi kelepçe berovajî binavç kirin û lêdan. Di van serdegirtinan de zarokê Kurd R.P (15) jî rastî êrîşê hat. Hevjîna aktivîstê Kurd Ercan Akbal ê ku polîsan bi ser mala wî de girt û binçav kir, Hediye Akbal jî dema destê wê hate kelepçekirin krîza dil derbas kir. Akbal bi kelepçe birin heta ambûlansê û hê jî dermankirina wê li nexweşxaneyê dewam dike.
Di operasyonê de polîsên girêdayî Komeleya Polîsên Tirk hatin bikaranîn û polîsên Îngiliz daxuyaniyên ku KCC û Kurdan krîmînalîze dike, dan. Li hemberî van daxuyaniyan ji hevşaredaran heta rêxistinên civaka sivîl û heta Wezîrê Teknolojiyê Feryal Clark Demirci gelek kes serdana kona greva birçîbûnê ku li pêşiya avahiya KCC’ê hate vekirin, kirin û bertek nîşanî operasyon û krîmînalîzasyonê dan.
Polîsan piştî 5 rojan malên Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd Turkan Budak, xebatkarê KHM’ê Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Alî Poyraz, Nûnerê Têkiliyên Derve yê Kurd Agît. K, aktivîsta Kurd Berfîn K, ciwanên Kurd Mazlûm S. Û Dogan K. ku hatin binçavkirin, bi temamî vala kirin.
Di girtenameya polîsan de hate diyarkirin ku hesabên bankê yên KCC û Heyva Sor hatine desteserkirin.
Gelê Kurd û dostên wan jî ji roja ewil a operasyonê ve li pêşiya avahiya KCC’ê dest bi berxwedanê kirin. Polîsan êrîşî berxwedanê kirin; gelek kes hatin binçavkirin û birîndarkirin. Dema polîsan çalakvanan bi êşkenceyê girtin, li dijî tundiyê berxwedan mezin bû. Bendên hêsin û beton danîn pêşiya KCC’ê. Komeke Kurd jî li pêşiya bendan kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin.
Bi hezaran kes li dijî krmînalîzasyona polîsên Ingiliz di meşên mezin de li hev civiyan û gotin, ‘Destê xwe ji Kurdan vekêşin.” Kurdistanî û dostên wan di tevahiya 9 rojan de li kolan, dîplomasiyê û li tevahiya qadên jiiyanê berxwedana xwe ya li dijî van êrîşan mezin kirin.
Di encama berxwedanê de polîsên Ingiliz avahiya KCC’ê ku bi bendên hesin û betonan dorpêç kiribûn, bi girtenameyan radestî rêveberên Navenda Civaka Kurd û parêzerê KCC’ê kirin. Li avahiya KCC’ê deriyê neşikestî nemabû ku tîmên antî-terorê her derê ji hev xistibûn.
Deriyê saziya Hevya Sor ku li avahiyê kirêdar bû, hat şikandin û hinek pereyên ku ji bo Rojava û kesên ji ber şer li kampan dimînin bû, hatin destserkirin.
Dema bend hatin rakirin, Kurd çepik lêdan û tilîlî dan. Kêliyên hestiyar hatin jiyîn û îşaret bi girîngiya berxwedan û têkoşînê hat kirin.
Bi dawîkirina dagirkeriya polîsan re, berxwedan greva birçîbûnê ya li derve jî bi dawî bû.
Kesên ketin hundirê avahiya li pêşiya wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çend deqîqe çepik lêdan û dirûşme berz kirin.
HEVALÊ ZANÎNGEHÊ YÊ RÊBER APO: DEST Û LINGÊN MIN LERIZÎN
Yaşar Îsmaîloglu ê ji Qibrisê ku hevalê Rêber Apo yê ji zanîngehê ye û 40 sal in dostê gelê Kurd e, dema ket hundirê avahiya KCC’ê nekarî hêsirên xwe bigire. Îsmaîloglu ji ajansa me re axivî û wiha got: “Îro roja min e. Dema ez hatim konê û gotin “Sazî vekiriye heval” dest û lingên min lerizîn. Ez pir keyfxweş im. Têkoşîna Azadiya Kurd ne hêsan e, lê dilopek jî be dema tama wê azadiyê tê girtin aramiyeke mezin dide mirov. Îro em bi saya berxwedana vî gelî cardin bûn xwedî azadiya ketina saziya xwe. Ez hezkirina xwe ya bêdawî ji Rêber Apo, ji hevalê xwe yê ji zanîngehê re dişînim.”
ÎSHAK DURSUN: ME BI BERXWEDANA BIBIRYAR BERSIV DA
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Dursun diyar kir ku ne rashatin e ku di 27’ê Mijdarê de êrîşî saziyên gelê Kurd û xebatkarên wê kirin û wiha got: “Dixwazin çavê me bitirsînin û me krîmînalîze bikin. Bi êrîşa di rojên me yên hêja de peyam dan. Me jî bi berxwedan, têkoşîn, bawerî û biryardarî bersiv da. Em ê niha lêkolînên pêwîst di avahiya xwe de bikin û bêyî navber têkoşîna xwe mezin bikin. Berxwedan dewam dike.
HEVSEROK SURUÇ: ROJEVA ME GELÊ BERXWEDÊR Ê ROJAVA YE
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Britanyayê Seyît Suruç jî li gel Devrîm Sara û Bêrîvan Silêmanî ku 9 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyanî da. Suruç diyar kir ku gel bi berxwedaneke mezin bersiv daye êrîşên krîmînalîzasyonê yên li dijî gelê Kurd û spasî li rêxistinên girseyî yên demokratîk da ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi tenê nehiştin.
Seyît Suruç diyar kir ku hîna 7 hevalên wan binçavkirî ne û wiha got: “Em rastî êrîşeke bêexlaq hatin. Gelek hevalên me birîndar bûn û gelek hevalên me jî di dema berxwedanê de hatin binçav kirin. Her curê bêhiqûqî li dijî vî gelî hate sepandin. Heta ku hevalên me bêne berdan wê têkoşîna me dewam bike. Bi taybet em ê li kêleka gelê xwe yê li Rojava li ber xwe dide bin.”
Her wiha lêpirsîna 7 Kurdan li navenda polîsan dewam dike. Tê payîn ku îfadeyên aktivîstên Kurd îro bên temamkirin û sewqî dadgeriyê bên kirin.