Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê ji bo çalakiyan bang kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê ji bo xwedîderketina li Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî bang li gelê Kurd û civaka Êzidî ên li Ewropayê û dostên wê kir ku tevlî çalakiya 9 heya 11’ê Kanûnê bibin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê ji bo xwedîderketina li Şengalê îro daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û civaka Êzidî ên li Ewropayê û dostên wê hatiye kirin ku tevlî çalakiya 9 heya 11’ê Kanûnê bibin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di 9’ê Cotmehê de li ser Şengalê, bi piştgiriya NY’yî û rêveberiya Trump, zextên rejima faşîst ya AKP-MHP, PDK’ê û hikûmeta Kazimî peymanek têkbirina vîn û siberoje civaka Êzidî îmza kirin. Ev peyman bêyî nerîn û daxwazên Şengaliyan pêk hat û li wan nehat guhdarkirin. Îradeya civaka Êzidî li ber çavan nehat girtin û ew tune hat hasibandin. Civaka Êzidî li seranserê cîhanê bi daxuyanî, çalakî, hewldan û helwesta xwe, bal kişand ser xeteriya ku ev peyman bi xwera tîne, nerazîbûna xwe ya li dijî peymanê nîşan da û daxwaza ji nûve niqaşkirin û sererastkirine wê kir. Bi vê armancê banga diyalogê li hemû aliyên peywendîdar kir.

Tevî vê yekê jî Hewlêr-Bexda-NY’yî û hemû aliyên peywendîdar dengê civaka Êzidî û gelê Şengalê nebirin xwe û daxwaze civaka Êzidî li ber çavan nehat girtin û ev ji ya xwe nehatin xwar.

Piştî imzakirine vê peymanê, Hewlêr û Bexdayê hewldanên xwe yên ji bo bicihanîna wê xurt kirin. Bi vê armancê ji gelek herêmên cuda yên Iraqê, bi hezaran leşker û polîs anîn Şengalê. Wekî ku Şengal ne xaka Iraqê be, Êzidî jî ne Iraqî bin û ew hatibin vê derê fetîh bikin û bi Iraqê ve girê bidin. Ew polîs û leşkerên ku bi armanca têkbirina civaka Êzidî hatin Şengalê, heman hêz bûn ku di Hezîrane 2014’an de, xwe ji Şengalê û derdora wê vekişandîn û Êzidî bê parastin dibin dorpêça DAÎŞ’ê de hiştîbûn. Heman hêzê çekên bi hezaran Êzidiyên di nav xwe de jî ji wan standibûn. Bi vê yekê jî neman, ew çek û çekên di destê xwe da dan DAÎŞ’ê. DAÎŞ’ê jî di 3’ê Tebaxa 2014’an de, bi wan çek û cebilxaneyê arteş û polîsê Iraqê, êrişî Şengalê kirin û li hemberî civaka Êzidî jenosîd pêk anîn.

Aliyekî din yê vê peymanê jî PDK-Hewlêr e. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de PDK bi nêzî 13 hezar pêşmergeyên xwe ve li Şengalê bû. Di her warî de, desthilata Şengalê ketibû destê wan. Her weha her ku diçû DAÎŞ nêzî Şengalê dibû û xeteriya li ser wê jî zêde dibû. Civaka Êzidî di nava metirsiyek mezin de bû. Ji ber vê metirsî û xeteriya li ber derî, di nava lêgerîn û hewldanan debû. Hemû hewldan û daxwazên civaka Êzidî yên ji bo parastinê, ji aliyê PDK’ê ve vala hatin derxistin û soza parastina Êzidiyan hate dayîn û hate gotin hûn dikarin piştrast bin, tû xeterî li hemberî we tûneya, heya fişeka xwe ya dawî û Pêşmergeyek tenê jî bimîne, emê we biparêzin û li kêleka we bin. Li aliyekî PDK’ê soza parastinê dabû Êzidiyan, li aliyê din jî, mîna heman siyaseta hêzên Iraqê, Êzidî bê çek dikirin û çekên di destê wan de bi darê zorê ji wan standin.

Di encama siyaseta Hewlêr-Bexdayê de, di 3’yê Tebaxa 2014‘an fermana 73’an ya di dîrokê de, hat serê civaka Êzidî li Şengalê. Hikûmetên Bexda û Hewlêrê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de, li Şengalê rê ji DAÎŞ‘ê ra vekirin û bi wan re bûn alîkar.

Êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê bi komplo û pîlanek pir bi qirêj bi pişgiriya van hêzan hat lidarxistin. Encama vê yekê ya li ser civaka me, ji tevahiya Ferman, qirkirin û êrişên di dîrokê de zêdetir bû û vê yekê rê li pêşiya tinekirina civaka me vekir. Cara yekem dîrokê de, civaka Êzidî û Şengal ewqasî nêzî ji holê rakirin û tunebûnê bû.

Di encama vê fermanê de, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç û jinên êzdî hatin revandin, bi sedhezaran însanên me dest ji war û milkên xwe berdan û xwe avêtin çiya û çolan.

Li ber çavên cîhanê û siyaseta hêzên heremê, bi hezaran zarok ji tîbûn û birçibûnê mirin. Bi sedhezaran Êzidî ji hev tert û belav bûn û hîna di kampên mîna dojehê de dijîn. Di van 6 salan de bi sedhazaran Ezidî li cîhanê belav bûn û bûn penaber.

Neteweyên Yekbûyî di raporên xwe yên salên di 2015 û 2016’an de, ku derbarê fermana Tebaxa 2014’an ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêk hatî de, pênaseya jenosîde dike û dibêje bi armanca ji holê rakirina civaka Êzidî, bawerî, çand, cih û ware wî êriş pêk hatiye. Neteweyên Yekbûyî di raporên xwe de, ji Konseya Ewlekariyê û endamên xwe jî xwest ku ew jî biryareke wisa bigirin û ji bo êrişa DAÎŞ’ê ya li Şengalê heman pênaseya jenosîdê bi kar bînin.

Neteweyên Yekbûyî di heman raporên xwe de, destnîşan kir ku jenosîda li hemberî civaka Êzidî ya li Iraq û Sûriyê berdewam e û got terorîstên DAÎŞ’ê li Şengalê sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyyê pêk anîne û bang li hemû endamên xwe kir ku pêşî li vî sûcê mirovahiyê bigirin, gavan bavêjin, hindikayiyê olî biparêzin û bersûcan di dadgehên navneteweyî de bidarizînin.

Heman Neteweyên Yekbûyî rewşa Şengalê û Êzidiyên ku koçber jî di kategoriye herî di xeter da pênase kiribû û biryara ji nûva avakirina tevahiya cih û warên xerebûyî hatibû dayîn.

Lê belê li rexmî ku 6 sal fermanê re derbas bûne jî, NY‘yî yek ji van biryarên xwe bi cih neanî. Bi helwesta xwe li pêşiya vegera koçberên Şengalî û ji nûva avakirina Şengalê dibe asteng. Egerê vê yekê jî nebûna rewşa asayî û hêzên fermî destnîşan dike. Lê belê tevahiya civaka Êzidî û cîhan dizane ku îro Şengal ji tevahiya Iraqê û herêmê bi ewle tire. NY‘yî li şûna ku rê li pêşiya statûya Êzidiyan ya li Şengalê ku di encama hazaran cangorî û sedhazaran qurbanî pêk hatî veke û bibe alîkar, di têkbirina îrade û statûye civaka Êzidî rolek neyênî dileyize û hêzên qirker li ser Şengalê û civaka Êzidî farz dike. Ya ku dikeve ser milê NY‘yî, piştgiriya ji bo daxwazên azadî û statûyê yên civaka Êzidî ye. Êzidî li Şengalê di çerçoveya qanûna Iraqê û li gora pîvanê NY‘yî, dixwazin xwedî maf bin û hebûna wan bê mîsoger kirin. Ji herkesî bêhtir mafê civaka Êzidî yê xwe parastin û brêvebirinê heye û Êzidî nikarin îrade û qadera xwe radestî hêzên xerib bikin. Baweriya Êzidiya bi van hêzan nemaye.

Wekî ku qirkirin û malxerabûna hatî serê civaka Êzidî ya li Şengalê ne bes be, dîsa îro heman hêz ku bûne sedema vê qirkirinê, dixwazin bi piştgiriya NY’yî û hêzên navneteweyî werin li Şengalê bibin desthilatdar û îradeya azad ya civaka Êzidî têk bibin û Êzidiyan radestî van hêzan bikin.

Ev siyaset û helwesta NY‘yî û raporên wê bi hevdu re di nav nakokiyê de ne. Tiştê ku wê di raporên xwe de pênase kirin û siyaseta wê ya li ser rûyê erdê li hev nayê. Wek ku wan di raporên xwe de destnîşan kirî, jenosîda li hemberî Êzidiyan li Iraq û Sûrî berdewam e. Bicihanîna peymana 9‘ê Cotmehê wê vê jenôsîde hîn xurtir bike û dawî li hebûna civaka Êzidî ya li Şengal, Iraq û Sûrî bîne.

Li ser vî esasî em bang li tevahiya civaka Êzidî, Kurdistanî û dostên wan dikin ku li dijî qirkirine li ser Şengalê û civaka Êzidî bênavber di nav çalakiyan de bin. Bi vê armanca tevlî çalakiya ku ji 9‘ê Kanûne heya 11‘ê Kanûne ya li bajarê Elmanya Bonnê ku li pêşiya navenda NY’yî bibin û daxwaz li NY’yî bikin, da ew bi berpirsyariya xwe rabe û nebe piştgiriya Ferman û qirkirinek nû.

Cihê çalakiyê: Platz der Vereinten Nationen 1 Bonn”