Konseya Ewropayê wê desteserkirina şaredariyan bixe rojeva Komîteya Çavdêriyê

Konseya Ewropayê û Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî banga rawestandina tayînkirina qeyûman li rayedarên Tirk kirin û gotin “Em ê van geşedanên dawî di 25’ê Sibata 2025’sn de li Strasbourgê bixin rojeva Komîteya Çavdêriyê ya Kongreyê.”

KONSEYA EWROPAYÊ

Raportorên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê David Eray (Swîsre) û Bryony Rudkin (Îngilîstan) bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. 

NABE KU WERE PAŞGUHKIRIN

Daxuyanî li ser malpera Konseya Ewropayê hat parvekirin û wiha hat gotin: “Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê û Endamê Delegasyona Tirk a Wanê Abdullah Zeydan berî demeke kurt ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin Ev meseleyeke gelek cidî ya metirsiyê ye. Nabe ku were paşguhkirin.”

KIRYAREKE BIZANEBÛN Û HESABKIRÎ

Konseyê bi bîr xist ku mazbataya Zeydan di Nîsana 2024’an de hatiye dayîn û hat diyarkirin ku ev kiryara nû ya li dijî wî hatiye kirin xeleka dawî ya rewakirineke bizanebûn û hesabkirî ye.

PARÇEYEKÎ ŞEMAYA ANTÎ-DEMOKRATÎK

Eray û Rudkin anîn ziman ku ev di heman demê de parçeyekî şemayeke berfireh û antî-demokratîk e û wiha berdewam kirin: “

“Li Tirkiyeyê, ji hilbijartinên 2024’an û vir ve 10 şaredwr ji kar hatin dûrxistin û ev jî redkirina dengên 4 milyon  hilbijêran e. Gelek şaredarên mixalif di bin şopdariya hiqûqî de ne, bi dozên heqaretê û cezayên hepsê yên dirêj re rû bi rû ne. Zirara ku ev sepan dide demokrasiyê di Kongre û Komîsyona Venedîkê de jî gelek caran hate ziman.”

DIVÊ ENDAMÊN MECLISA ŞAREDARIYÊ HILBIJÊRIN

Kongreyê di rûniştina dawî ya 519 (2024)’an a Biryara Tavsiyeyê de careke din aniye ziman ku divê ev sepan bê rakirin û bangî rayedaran kiriye ku têrkariya namzedan berî hilbijartinê û li ser cezayekî erêkirî binirxîne. Divê destûr bê dayîn ku namzedên guncan hatine dîtin, li gor Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê ku ji bo hemû endamên Konseya Ewropayê derbasdar e, bi serbestî bi cih bînin. Dema şaredarek ji kar hate dûrxistin, divê endamên meclisa şaredariyê şaredarê nû bikarin hilbijêrin. 

WÊ PÊŞKÊŞÎ KOMÎTEYA ÇAVDÊRIYÊ WERE KIRIN

“Em ê van geşedanên dawî di 25’ê Sibata 2025’sn de li Strasbourgê pêşkêşî Komîteya Çavdêriyê ya Kongreyê bikin û em ê bi endamên delegasyona Tirkiyeyê re ku beşdarî van civînan bûne danûstandinê bikin. Em careke din bangî rayedarên Tirk dikin ku dawî li vê sepanê bînin û da ku pêşniyarên berê bi awayekî çalak bisepîne bi raportorên kongreyê re diyaloga siyasî ji nû ve bide destpêkirin.”