Kongreya Avakirinê ya Dersimê: Aysel Dogan ti carî tawîz neda

Kongreya Avakirinê ya Dersimê Aysel Dogan bi bîr anî û got, "Ji sekn û têkoşîna xwe ti carî tawîz neda."

Kongreya Avakirinê ya Dersimê têkildarî şehadeta endama Koma Aştiyê Aysel Dogan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêya me, jineke wezîfeyê bû ku di têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û edaletê ya gelê Kurd û civaka Elewî de berdêl da. Em gelekî li ber koça dawî ya hevala xwe ya têkoşînê, mezina xwe Aysel Dogan ketin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Aysel Dogan, şert û mec, cih û war çi dibe bila bibe ti carî ji sekna xwe, ji têkoşîna xwe tawîz neda û hate gotin, "Jiyana wê ya li sirgûnê yan jî li zindanê derbas bû. Lê belê li her devera ku lê bû ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji nirxên civakî ti carî tawîz neda."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Aysel Dogan bû yek ji nûnerên herî hêja yê nasnameya jinê û jiyaneke xurt li pey şopdarên xwe hişt.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd û bindestan re hate xwestin.