KONGRA GEL ji bo Erlîng Folkvord peyameke sersaxiyê weşand

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo parlamenterê berê yê Norwecê dostê Kurdan ên nêzîk Erlîng Folkvord ku di 74 saliya xwe de wefat kir, peyameke sersaxiyê weşand û got: “Hetta roja xwe ya dawî jî ji bo azadiya gelê Kurd û Filistînê kar kir.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo Parlamenterê berê yê Norwecê, endamê Meclîsa Şaredariya Osloyê û dostê Kurdan ê nêzîk Erlîng Folkvord ku di 74 saliya xwe de li Stockholmê wefat kir, peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi vî rengî ye:

“Em duh bi nûçeyeke pir xemgînî agahdar bûn ku dostê Rêber Apo û gelê Kurd Erlîng Folkvord jiyana xwe dest daye. Ev ji bo gelê Kurd û tevgera me windayiyek mezin e. Em ji malbata Erlîng Folkvord, partiya wî û heskiriyên wî re sersaxî dixwazin, êşa wan parve dikin.

Naskirin û dostiya Erlîng Folkvord ya bi gelê Kurd re ji 30 salan zêdetir e. Di sala 1993’yan de di Partiya Sor de wek endamê parlamentoya Norwec’ê hate hilbijartinê. Di wê demê de Tevgera Azadiyê nas kir û çû serdana bakûrê Kurdistanê.

Berî gelê Kurd dostaniya Erlîng bi gelê Filistînê re ye. Bi naskirina Tevgera Azadiyê, hevaltiya Erlîng ya bi gelê Kurd re jî destpê dike. Hetta roja xwe ya dawî jî, bi her du gelan re hevgirêdana xwe berdewam kir.

Erlîng hemû kar û xebatên xwe ji bo çareserî û azadiya van her du gelan pêşkêş kir. Ji bo dîroka Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka Kurd çû Bakur- Başûr- Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir, lêkolîn çêkir û gelek pirtûk nivîsîn.

Di çarçoveya şoreşa Rojava de, li Rojhilata Navîn li ser çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û Filistînê pirtûkeke nû dinivîsî. Ji bo vê xebata xwe çûye Stockholmê û mixabin li wir jî jiyana xwe dest da. Yanî hetta roja xwe ya dawî jî ji bo azadiya gelê Kurd û Filistînê kar kir.

Em wek gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê dostê hêja Erlîng Folkvord tu caran bîr nakin. Em ê her tim di tekoşîna xwe de bidin jiyankirin.

Li ser vî esasî car din ji bo malbat û heskiriyên wî sersaxî dixwazin û êşa wan parve dikin. Em dibêjin Erlîng Folkvord bi dostaniya xwe her tim di dilê gelê Kurd de wê jiyan bike.”