KON-MED: Ziman kilîda jiyîna çandê ye

KON-MED'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Ziman kilîda jiyîna çandê ye. Ji ber ku ziman hest e, tenê bi pêkanîn û bikaranîna zimanê xwe em wê hestê dikarin bijîn."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmayayê (KON-MED) bi daxuaniyekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em  weke KON-MED'ê saziya sîwana civakên li Elmanyayê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahiya gelan bi taybetî jî li gelê Kurd pîroz dikin. Neteweya Kurd xwedî zimanekî dewlemend e. Di dîroka Rojhilata Navîn de timî êriş li ser zimanê Kurdî hatiye kirin. Dagirkerên li Kurdistanê her tim xwestine ku rê li ber pêşketina zimanê Kurdî bigirin û bişaftinê pêş bixînin.Di serî de dewleta Tirk a dagirker, hêzên dagirker ên li çar beşên Kurdistanê siyaseta tunekirinê li ser gelê Kurd dewam dikin û "Zimanê me didin bişaftin. Lewma Kurd li welatê xwe mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin."Berpirsyariya wan a dîrokî ew e ku ji her demê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bi pêş ve bixin.’’

KON-MED'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xwedîderketina zimanê dayikê û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Her wiha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vê bingehê careke din roja watedar a Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li tevahî gelên cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikin û bi taybetî em li dayikên xwe yên Kurd, mamoste, nivîskar, zimanzan û zimanhêzên zimanê Kurdî pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir xwedî li ziman û çanda Kurdî derkevin û bi pêş ve bibin."