KON-MED ji bo çalakiyên 10’ê Kanûnê bang kir

KON-MED bal kişand ser êrîş û sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Armanca Kurd û Kurdistaniyan a esasî divê xirakirina pîlan û dagirkirina dijminan be”. KON-MED’ê ji bo çalakiyên 10’ê Kanûnê bang kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) têkildarî Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da.

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li Bakurê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakurê Kurdistanê di serî de jin, bi hezaran aktivîst û siyasetmedarên Kurd girtî ne.Zimanê Kurdi di bin êrîşekî kûrewî de ye.

Dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dagir kiriye pêkanînên der mirovî dike. Armanca Kurd û Kurdistaniyan a esasî divê xirakirina pîlan û dagirkirina dijminan be. Ev yek jî bi îtifaqekî mezin a netewî heye. Kurd û Kurdistanî bi çi rêbazê dibe bila bibe divê pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê çareser bike.”

Herî dawî KON-MED’ê ji bo 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê bang li hemû meclîs, hevpar, derdorên dost ên demokratîk û gel kir ku di vê mijarê de hestyar bin û bi hêz tevlî çalakiyên bê kirin bibin.