KON-MED: Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dakevin qadan

KON-MED’ê daxwaza zelalkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan kir û bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dakevin qadan.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên ya Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyeke diyar kir ku Abdullah Ocalan 23 sal in di nava şert û mercê giran ên tecrîdê de tê dîl girtin û destnîşan kir, polîtîkayên tecrîdê veguheriye polîtîkayên êrîşên li ser gelê Kurd.

KON-MED’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Tecrîda li Îmraliyê êrîşa vebijarka li ser jiyana azad a gelan e. Têkoşîna me bênavber ji bo rakirina hemû astengiyên li pêşiya Rêberê me û ji bo azadiya wî ya fîzîkî wê bidome.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “20 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê stendin. Em li ser tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Ji bo ku dawî vê rêbazê ji derveyî mirovahiyê bînin divê CPT demildest erka xwe bi cih bîne, tenduristî û jiyana Rêber Apo bixe ewlehiyê. CPT di vê mijarê de tu agahiyan nade. Di serdana dawî ya CPT ya li Îmraliyê de bi Rêber Apo re hevdîtin nehat kirin. Pirsên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê bêbersiv hiştin.

Em KON-MED ji CPT’ê dipirsin çima CPT’ê û Rêber Apo hevdîtin nekirin? Rêber Apo çima hevdîtin qebûl nekir? CPT çima daxuyaniyeke nade û rastiyan ji gelê Kurd vedişêrin? Bila demildest daxuyaniyek bê dayin.

Em bang li hikûmeta Elman, CPT, Konseya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî dikin ku demildest erkên xwe bi cih bînin.

Her wiha em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide dikin, li dora Rêber Apo bicivin û bênavber li her qadê çalakiyên xwe bidomînin. “