KON-MED'ê banga tevlîbûna meşa li Berlînê kir

KON-MED’ê li hemberî qedexeya li ser PKK'ê bang li hemû kesê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşên 26’ê Mijdarê bibin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê a Elmayayê (KON-MED bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got:

“PKK di 26'ê Mijdara 1993'an ve ji aliyê dewleta Alman ve di lîsteya rêxistinên qedexekirî de cih girt.. Bi vê biryarê re gelê Kurd hat terorîzekirin. Li gel piştgiriya bi milyonan kesan jî, di girtina vê biryarê de faktorên siyasî diyarker bûn. Tu aliyê wê yê hiqûqî nîne. PKK ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst ku ji vê biryarê sûd wergirt, her car di êrîşên li ser Kurdistanê de pişta xwe da vê biryarê û wiha hate gotin:

“Îro di êrîşên li hemberî Rojava de jî bi heman hincetê li ber çavên cîhanê bombeyan li ser gelê sivîl dibarînin. Ev êrîş bi awayekî eşkere qetlîama sivîlan e. Kesên ku ev biryar dane, şirîkê qetlîaman in. Rewşa li Rojhilat jî bi vê yekê re girêdayî ye. Rejîma faşîst a Îranê jî li Rojhilat bi heman rêbazê êrîşê gelê Kurd dike.

Bi qedexeya PKK’ê re mafê bingehîn a Kurdên li Ewropayê dijîn, tê desteserkirin.

Qedexeyên li ser PKK’ê beriya her tiştê pirsgirêka demokrasî ya Elmanyayê ye. PKK ne rêxistina terorê ye. PKK’ê têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîne. Biryara ku Elmanya girtiye tenê qetlîamên dewletên qirker rewa dike. Hemû dewletên ku îro vê qedexeyê didomîne, şîrîkê van qetlîaman in.

Werin em di sala 29’emîn a qedexeya li ser PKK’ê de tevî bi dehan rêxistinên Elman, Kurd û koçberên demokratîk re, ji bo civakek azadîxwaz, femînîst, ekolojîk û demokratîk li dijî qedexeya ser PKK’ê dakevin qadan. Em di 26’ê Mijdarê de bi dostên xwe yên enternasyonalîst li kolanên Berlîn û Elmanyayê ji bo rakirina qedeya li ser PKK’ê biqirîn.

Em bang li hemû dostên xwe yên hêja bi taybet gelê Kurd dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşên li hemberî qedexeya li ser PKK’ê bibin ku wê roja 26’ê Mijdarê li Berlînê û li gelek deverên Elmanyayê bên lidarxistin."