KON-MED: Bila her kes li dijî desteserkirinê biherikin qadan

KON-MED’ê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û bang li her kesê kir ku li her derê rabin û berxwedanê mezin bikin.

DESTESERKIRINA ÎRADE

KON-MED’ê li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro danê sibê em careke din bi tayînkirina qeyûman li Kurdistanê ji xew rabûn. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê nîşan da ku îrade gelê Kurd nas nakin.

Bi qeyûmên ku îro hatin tayînkirin, wan dest bi polîtîkaya qeyûm a serdema dewra sêyemîn kirin. Nêzî deh sal in di polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî gelê Kurd de israr dike. Li şûna demokrasî, mafên mirovan, mafên hilbijartinê û serweriya hiqûqê, rêbaza desthilatdariya Tirk rêbaza çete û şer e. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê bênavber dewam bike.

Em weke Kurdên li Elmanyayê dijîn, em banga xwe ya ji bo hikûmeta Elman û welatên Yekîtiya Ewropayê dubare dikin. Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bibînin. Di sedsala 21. de mafê gel ê dengdayîn û hilbijartinê tê desteserkirin. Divê sazî û dezgehên Elmanyayê li dijî van polîtîkayên ku demokrasî û mafên mirovan ji holê radikin helwest raber bikin. Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Bêdengiya sazîyên navneteweyî cesaret didin politikayên hikûmeta AKP-MHP’ê. Divê sazî û dezgehên Elmanyayê li hember polîtikayên antî demokratik têkiliyên xwe yên heyî bi rejîma AKP-MHP’ê biqedînin. Ev polîtîkayên inkar û xespê pirsgirêkê çareser nake.

Weke Kon-Med, em bang li hemû hêzên demokrasî û azadixwazan dikin ku li dijî ji van polîtîkayên faşîst ên di sedsala 21’an de li ser gelê Kurd tê meşandin helwest nişan bidin.

Her wiha em bang li hemû meclîs û hemû pêkhateyên xwe dikin ku di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin, li dijî polîtîkayên xesp û qeyûman biherikin qadan û xwedî li îrade xwe derkevin, têkoşînê mezin bikin û berxwedanê bilind bikin.”