Komkujiya nîjatperestên Tirk li gelek bajaran hate şermezarkirin- NÛ BÛ

Li Montpellîer, Marsilya û Marîgnane yên Fransayê komkujiya nîjatperestên Tirk ên li Konya Meramê hate şermezarkirin.

Li ser komkujiya nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî ya li Konya Meramê, ku ji eynî malbatê 7 Kurd hatin kuştin, li Fransa Montpellîer, Marsilya û Marîgnane çalakî natin kirin.

MONTPELLÎER

Kurdistaniyan pankart daleqanin û bang kirin ku her kes tevlî çalakiyê bibe ku wê roja şemiyê were kirin.

MARSÎLYA/MARIGNANE

Aktivîstên TCŞ'ê bi çarçoweya pêngava ''Werin cenga azadiyê'' êrîşên faşîst şermezar kirin.

Ciwanan gotin ew ê tola komkujiya li Konayê hilînin bi rihê tolhildanê meşek kirin. Meş saet 21:00'an dest pê kir û di meşê de ciwnan bi dirûşmeyan gotin, ''tol wê were hilandin

VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoye Vîllîers le Bel a Parîsê jî Kurdistaniyan komkujî şermezar kirin û bi dirûşmeyan gotin,''kujer-dîktator Erdogan'', ''şehîd namirin.''

Kurdistanî  li Parîsê û banliyoyên wê, wê çalakiyan bikin.

Meydana Paris/République, Saet: 17:00'an

Pêşiya Komeleya Drancy, Saet: 19.00'an

Pêşiya Komeleya Evry, Saet: 18.00'an

DRAGUIGNAN

Li Dargûîgnan a Fransayê jî komkujiya li Konyayê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hate gotin,''wê tol were hilandin'', ''heta ku em ji vê hişmendiya faşîst tolê nehilînin em ê rûnenin''.