KOMAW: Em xwedî li emaneta Aysel Dogan derkevin

KOMAW’ê Aysel Dogan bi bîr anî û got “Di şexsê Aysel Dogan de em li emaneta pîroz a ku şehîdên me ji me re hiştien derkevin.”

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) şoreşgera jin û endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a ku ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Aysel zaroka wêrek a Dêrsimê, neviya Seyî Riza, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Şivan, Alîşêr û Zarîfe, hevrêya Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz bû. Wê jiyana xwe da azadkirina Dêrsimê û Kurdistanê. Di vê dozê de wê rola pêşengtiyê ya jinan bi awayekî herî layîq temsîl dike û her dem li pêş dimeşiya.

Em sersaxiyêji malbat, hevrê û gelê Kurdistanê re dixwazin. Em bang li malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz dikin ku di şexsê Aysel Dogan de em xwedî li emaneta pîroz a hemû şehîdên xwe derkevin.”