KOMAW du rojan bi malbatên şehîdan re civiya

KOMAW’ê di navbera 19-20’ê Cotmeha 2024’an de bi malbatên şehîdan re li Kolnê civîn li dar xist.

Tevî malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê jî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî di civînê de amade bûn. Di civînê de li ser wate û girîngiya şehîdan, geşedanên siyasî yên heyî, sala duyemîn pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nirxandin hatin kirin, nêrîn û pêşniyarên malbatan hatin girtin.

Nûnerên saziyan û siyasetmedarên beşdarî civînê bûn li ser rewşa heyî nirxandinên berfireh kirin. Di nirxandinan de bal kişandin ser polîtîkayên dagirkerî, zext û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd.

Di civînê de bendewariya zarokên Kurd ên leheng ên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên şehîdan û raya giştî bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Her wiha li ser tevkariya malbatên şehîdan a ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin û berpirsyariyên ku di vê pêvajoyê de bigirin ser milê xwe rawestiyan. Malbatên şehîdan banga tevlîbûna xurt a meşê kirin.

KOMAW’ê daxuyand ku wê civînên bi vî rengî yên bi malbatên şehîdan re bidomin û ji van civînan piştgiriya manewî werdigirin. Bal kişand ser girîngiya domandina çalakiyên bi vî rengî.