KOMAW: Berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzm têk bir

KOMAW’ê derbarê salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyanî da û got, “Di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de yên ku faşîzm têk birin, em hemû berxwedêrên zindanan silav dikin.”

KOMAW’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt diyar kir:

“Li hemberî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê li zindana Amedê berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatibû destpêkirin. Em dikevin salvegera 38’emîn a vê berxwedanê. Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê me, roja 14’ê Tîrmehê ya ku ev berxwedan hatiye destpêkirin wekî roja rûmetê ya neteweyî pênase dike.

Em roja rûmetê ya neteweyî ya gelê Kurdistanê, hemû hêzên demokratîk û bindestan pîroz dikin û di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de yên ku faşîzm têk birin, em hemû berxwedêrên zindanan silav dikin.

Di salvegera şehadeta wan a 38’emîn de em afirînerên serfiraziya 14’ê Tîrmehê û qehremanên pêşeng ên gelê me Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û şehîdên demokrasiyê bi hurmet bi bîr tinin.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin.”