BI DÎMEN

Koma Luzernê Nobeta Azadiyê dewr girt

Koma Luzernê di hefteya 644’an de Nobeta Azadiyê ku 12 sal in li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin.

Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo 12 sal in li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi biryardarî dewam dike, keta hefteya xwe ya 644’an.

Vê hefteyê koma ji bajarê Luzern ê Swîsreyê hat nobetê dewr girt. Di komê de Fîkret Çoktaşan, Koçer Aydin û Sînan Ahmed cih digirin.

Li ser navê komê Fîkret Çoktaşan axivî û di serî de Rêber Apo gerîlayên li çiyayan li ber xwe didin, girtî û gelê Kurd ên li ber xwe didin silav kir. Çoktaşan diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo ji Luzernê hatine vir û wiha got: “Em ji Konseya Ewropayê û CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê) daxwaz dikin ku rolên xwe bi cih bînin. Dewletên navneteweyî û dewleta Tirk dixwaze di şexsê Rêbertiyê de gelê Kurd tecrîd bike û tune bike. Em jî weke gelê Kurd û dostên wan dixwazin li dora Rêbertî bicivin û di şexsê Rêbertî de gelê Kurd û hemû gelên bindest azad bikin.”