KON-MED’ê êrîşa polîsên Elman şermezar kir
KON-MED’ê êrîşa polîsên Elman a li ser meşvanên Meşa Dirêj ên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hannover ê Elmanyayê destpê kiribû, şermezar kir.
KON-MED’ê êrîşa polîsên Elman a li ser meşvanên Meşa Dirêj ên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hannover ê Elmanyayê destpê kiribû, şermezar kir.
Hevserokatiya KON-MED’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, êrîşa polîsên Elman a li ser ciwanên Kurd û enternasyonalîst şermezar kirin.
KON-MED’ê ev got: “Meşvanên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 7 rojan dabû destpêkirin, di roja 6’an a meşê de polîsên Elman li Lûnebûrgê êrîşî wan kirin. Di êrîşên de ciwan birîndar bûn û hatin destgîrkirin.
Em Federasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya (KON-MED) şideta polîsên Elman a bê pîvan a li ser meşa ciwanan a demokratîk, şermezar dikin.
Çawa ku heta niha Kurdistanî li ber polîtîkayên şaş ên hikûmeta Elman a ji bo krîmînalîzekirina daxwazên Kurdan bandor nebûne, saziyên Kurd wê di vê pêvajoya ji her demê bêhtir bi hêz e bandor nebin. Bang li hikûmeta Elman dikin ku dawî li bazarên xwe yên qirêj ên li gel Tirkiyeyê ya li ser Kurdan bîne û dev jî polîtîkayên şaş berde.
Bang li gelê xwe, hemû hendamên NCKD û dostên xwe dikin ku li dijî polîtîkayên zextê hişyar bin, di roja dawî ya meşa dirêj de xwedî li daxwazên meşvanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.”