Kobanê û Cizîrî li Kasselê hatin bîbîranîn

Sebrî Kobanê û Botan Cizîrî yên li Rojava şehîd bûne, li Kasselê hatin bibîranîn.

Sebrî Kobanê (Fawaz Ahmed) û Botan Cizîrî (Mahsûm NAyîcî) yên li Rojava di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûbûn, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de ji KOMAW’ê Bave Huseyîn axivî û bal kişand ser qirkirina li Rojava û got: “Eger ku îro em dijî û serbilind in û dibêjin Kurd in ev bi saya şehîdan e.”

Ji rêveberên FED-DEM’ê jî Letîf Karataş jî berxwedana Rojava silav kir, diyar kir ku wê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Xalê Botan Cizîrî Hamît Demîr û apê Sebrî Kobanê Cemal Kobanê jî tevlî bîranînê bûn û axivîn.

Piştî axaftinan û şûnde bi dûa û dayîna xwarinê sersaxî hate qebûlkirin.