KNK’ê ji bo Erlîng Fokvord peyama sersaxiyê weşand

Konseya Rêvebir a KNK'ê bi boneya wefata dostê Kurdan Erlîng Folkovrd peyama sersaxiyê weşand û got: “Em ê timî dost, heval û qasidê xwe yê aştiyê Erlîng Folkvord di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya wefata dostê Kurdan Erlîng Folkvord ê ku îro jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

KNK’ê anî ziman ku ji ber wefata dostê Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Erlîng Folkvord gelekî xemgîn bûne û got: “Heval û dostê me yê hêja ku bi dehan salan ji bo hemû gelên bindest û bi taybet gelê Kurd bigihêjin maf û azadiyên xwe yên demokratîk bi fikrên xwe bêyî navber di nava xebatan de bû. Bi tevlêbûna xwe ya aktîf timî ba me bû. Di tevahiya kariyera siyasî de; Di dema cîgirê serokê Partiya Komunîst a Karkeran a Norwcê û pişt re endamê Partiya Sor û her wiha wekî parlementerê berê yê Şaredariya Osloyê piştgirî da têkoşîna azadiyê ya gelê me. Bi vê boneyê bi dehan caran çûbû deverên cuda yên Kurdistanê, sê pirtûk û bi dehan gotar li ser doza Kurdistanê nivîsandibû û bû qasidekî dildar ku têkoşîna gelê Kurd ji hemû cîhanê re bi taybetî ji raya giştî ya Norwêcê re ragihand.

Em ji ber koça wî ya dawî  ji dost û kedkarê gelê Kurd, Filistîn û hemû gelên bindest Erlîng Folkvord û ji malbata wî ya hêja, partiya wî û hemû hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.

Em ê heval, hogir û qasidê xwe yê aştî û demokrasiyê Erlîng Folkvord di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. Cihê wî bihûşt be."