KCDK-E'yê li dijî êrîşan banga mezinkirina berxwedanê kir
KCDK-E'yê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd, banga mezinkirina berxwedanê kir.
KCDK-E'yê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd, banga mezinkirina berxwedanê kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Artêşa dest bi xwîn a dewleta Tirk a faşîst tekperest ku hebûna xwe li ser înkarkirin û qirkirina gelan ava kiriye, êvara 24'ê Cotmehê êrîş bir ser Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Di van êrîşên qirker ên dijminê Kurdan de yekser sivîl dibin hedef û zarok jî di nav de herî kêm 6 kes hatin qetilkirin. Heta niha bi dehan sivîl birîndar bûne. Di bombardûmanên bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî de êrîş li ser navenda tenduristiya gel, santralên elektrîkê û qadên din ên jiyanê hate kirin.
Mîna her carê di serî de DYE, Ewropa û hêzên navneteweyî, ji bo komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê sivîl û navendên bicihbûnê ji nedîtî ve bên, xwe bêdeng dikin.
Roj roja xwedîderketina li xak, berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê ye. Li hemberî van êrîşên qirker ên li ser gelê me yê sivîl, em bang dikin ku nerazîbûna xwe li qadan nîşan bidin û berxwedanê mezin bikin.
Weke KCDK-E em êrîşa komkujiyê ya li ser gelê sivîl şermezar dikin û bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li her devera lê ye nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk, dîktator Erdogan û tifaqa wî ya faşîst bi ruhê seferberiyê dakeve qadan."