KCDK-E’yê beşdarên şahî û festîvalê silav kir

KCDK-E’yê beşdarên şahî û festîvalê silav kir û diyar kir ku di çalakiyan de xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî hatiye derketin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê beşdarên şahî û festîvalan spas kir. 

KCDK-E’yê got “Îsal li bajarê Landgraaf ê Hollandayê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Stockholmê yê Swêdê bi şîara ‘Dem dema azadiyê ye’ şahî û festîvalên çanda Kurdan hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî van şahî û festîvalan bûn.

Di şahiya Hollandayê derket holê ku ji bo helwesta li hemberî êriş û dagirkeriyê divê îradeyeke xurttir were nîşandan. Gelê me di van şahî û festîvalan de diyar kir ku pûçkirina komploya navneteweyî rastiyeke mezin e. Di axaftinan de hate diyarkirin ku felsefeya Rêber Ocalan ji bo mirovayetiyê hêvî û çareseriyeke mezin e û divê hemû kesên azadîxwaz û wekhevîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Em spasiyên xwe li hemû gelê xwe, beşdar û dostên xwe dikin ku tevlî van şahî û festîvalan bûne.”