KCDK-E: Xwedî derketina li Şengalê wezîfeya me hemûyan e
KCDK-E’yê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji xiyaneta PDK’ê cesaret wergirtin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî kirin. Divê em xwedî li Şengalê derbikevin.”
KCDK-E’yê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji xiyaneta PDK’ê cesaret wergirtin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî kirin. Divê em xwedî li Şengalê derbikevin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera qirkirina li dijî Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîş û komkujiyên ku li dijî Kurdên Êzidî pêk hatine, weke şerma herî mezin a sedsala 21’an derbasî dîrokê bû. Li pêş çavê hemû cîhanê li Şengalê trajedî pêk hat û mîna îro rêveberiya PDK’ê çavê xwe li ber komkujiyê girt û cîhanê bi bêdengî lê temaşe kir. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji bêdengiya cîhanê û xiyaneta PDK’ê cesaret wergirtin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî kirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Cîhan li hemberî vê êrîş û qirkirina hov bêdeng ma, PDK’ê û artêşa hikûmeta navendî ya Iraqê Şengal terikandin. Lê belê li gerîlayên HPG-YJA Starê, YPG û YPJ’ê xwedî li Şengalê derketin û bi têkoşîna hevpar a gelê Şengalê re pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin.”
‘WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Êzidî di bin gefa Erdogan û PDK’ê de ne û ev bang hate kirin: “Di serî de Kurdistanî, hemû hêz û saziyên navneteweyî ji bo ku Êzidî bi komkujiyeke nû re rûbirû nemînin, divê ji bo naskirina statuya Şengalê seferber bibin.
Divê gelê Kurd, dostên wê û mirovahî li dora Şengalê xeteke piştevaniyê biafirînin û ji bo pûçkirina planên qirêj ên li ser Kurdên Êzidî, xwedî li Şengalê derbikevin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî, hêz û saziyên navneteweyî divê li dijî êrîşên komkujî û qirkirinê yên li ser Êzidiyan dewam dikin, statuya Şengalê nas bikin û pêşî li komkujiyên nû bigirin.”