KCDK-E: Swêd, Kurdan qurbanî şantajên dewleta Tirk dike

KCDK-E’yê diyar kir ku hikûmeta Swêdê dixwaze Zinar Bozkurt ê ku ji beriya serdana Erdogan destgîr kiribû, qurban bike û got: “Divê dewleta Swêdê ji bo endamtiya NATO’yê, maf û azadiya mirovan binpê neke.”

Polîsên Ewlekariya Swêdê îro di saet 05:00’an de aktîvîstê Kurd Zinar Bozkurt bi serdegirtinê destgîr kir. Polîsan Zinar lêpirsîn kirin û heskirina wî ya li hember HDP, YPG/ YPJ’ê û parvekirinên wî yên têkildarî DAÎŞ û şerê wê yê beriya 7 salan a li dijî gelê Kobanê ya li Rojava, pirsîn.

Zinar Bozkurt ê ku hîna destgîrkirî ye, di rewşek a teslîmê Tirkiyeyê bê kirin de di bin xeteriyek a cezayê girtîgehê ya dirêj û êşkenceyên de ye.

ŞAŞITIYEKE MEZIN A HIQÛQÎ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) bertek nîşanî destgîrkirina aktîvîstê Kurd Zinar Bozkurt da û ji Swêdê xwest ku bila dest ji polîtîkayên xwe yên ku ji bo endamtiya NATO’yê Kurdan dike qurban, berde.

Daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê wiha ye:

“Hikûmeta Swêdê ya ku ji bo endamtiya NATO’yê li ser Kurdan bazirganiyê dike û ji bo berjewendiyên xwe wana dike qurban, şaşitiyeke mezin dike.

Rastiyeke ku eger Zinar teslîmî dewleta Tirk a faşîst bê kirin, wê bi cezayek dirêj a girtîgehê re bimîne û rastî êşkenceyên giran bê. Her wiha dersînorkirina Zinar ne li gorî Qanûna Biyanî û peymana navneteweyî ya ku Swêdê îmze kirî ye.

JI DAXWAZÊN DÎKTATOREKÊ RE SERÎ DITEWÎNE

Hikûmeta Swêdê bi vê destgîrkirinê dixwaze beriya serdana dîktator Erdogan a hefteya bê ya Swêdê, ciwanekî Kurd bike qurban. Tê zanîn ku dîktator Erdogan terorîstên DAÎŞ’î ne tenê li dijî gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li dijî gelên Ewropayê û gelên li Afrîqayê gurçûpêç kiriye. Li gel vê jî em qurbankirina Zinar a ji aliyê dewleta Swêdê ya bi hin hincetan dike şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest dest ji vê xeletiyê berde.

Hikûmeta Swêdê li şûna ku hiqûq û demokrasiyê bi rê ve bibe, serê xwe li ber daxwazên nemirovane yên dîktatorekê ditewîne.

DIVÊ DEMILDEST DEST JÊ BERDE

Divê bê zanîn ku dewleta Tirk a zalim bi hemû desteka leşkerî û siyasî ya NATO’yê siyaseta xwe ya şer û şantajê li dijî Kurdan û mûxalefetê dimeşîne. Bêyî alîkarî û desteka NATO’yê, rejîma Tirk rojekê jî nikare şerê xwe bidomîne.

Lewma jî divê dewleta Swêdê ji NATO’yê daxwazan bike û bi dîktatoriyê re ne rûne û danûstandinan neke. Di berdêla endametiya NATO’yê de divê mafên mirovan û azadiyan neyên binpêkirin û divê demildest dest ji vê biryarê berdin.

Em bang li hemû partiyên Swêdê, gelê Swêdê û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî dersînorkirina Zinar zextê li hikûmeta Swêdê bikin.”