KCDK-E ji bo Bavê Şêx peyama sersaxiyê da
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê peyama sersaxiyê ji bo Bavê Şêx da û got: “Şexsekî tevahî jiyana xwe ji bo civaka Êzidî xizmetên mezin kir.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê peyama sersaxiyê ji bo Bavê Şêx da û got: “Şexsekî tevahî jiyana xwe ji bo civaka Êzidî xizmetên mezin kir.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ev got: “Bavê Şêxê Êzidiyan Xerto Hecî Îsmaîl li Hewlêrê li nexweşxaneya dihate dermankirin rehmet kir.
Bavê Şêx ji ber mertebeya lê û nûnertiya cihê dike, hemû civak digirte nava xwe bi kesayetiya xwe ya aştîxwaz, şopek ku neyê jêbirin li pey xwe hişt. Şexsekî welê ye ku tevahî jiyana xwe kedekî mezin ji bo xizmeta civaka Êzidî kir.
Em KCDK-E ji ber wefata Bavê Şêx xemgîniya xwe tînin ziman, serê Êzidî, malbat û cîhanê saxbe.”