KCDK-E ji bo 12'ê Kanûnê banga çalakiyan kir

KCDK-E'yê ji bo Roja Mafê Mirovan a Cîhanî bang kir ku her kes 12'ê Kanûnê li dijî dewleta Tirk derkeve kuçeyan.

Dîwana Hevserokiyê ya KCDK-E'yê ji bo 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê banga çalakiyan kir.

KCDK-E'yê di daxuyaniyê de bal kişande ser komkujiyê dewleta Tirk ên li Bakur, diyar kir, dewleat Tirk bi vê têr nebûye her wiha êrîşên dagirker tîne ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şegal û Başûrê Kurdsittanê û dijminatiya li Kurdan geştir kiriye.

Bi berdewamî rewşa girtîbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin, hate gotin, ''Vîna gelê Kurd bi êsîrkirinê tê xwestin ku were bêdengkirin.''

KCDK-E'yê operasyonên qirkirinê yên li ser parlamenter, şaredar, siyasetmedarên Kurd bi bîr xist, diyar kir li dijî rewşenbîr, akademîsyen, hemû beşên muxalîf ên civakê zext û zordarî tê kirin û got, ''Zext û tundî didome.''

Tecawiza sîstematîk a dewleta Tirk a li Kurdistanê di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hate gotin di serî de li Kercosê ya Êlihê di serî de li Kurdsitanê, li Tirkiyê polîtîkayên qirkirina jinê, tacîz û tecawizê bi destê polîs û leşkerên Tirk weke polîtîkaya fermî ya dewletê tê kirin.

KCDK-E'yê herî dawî bang kir ku 12'ê Kanûnê li Ewroa, Ewûstralya û Kanadayê 12'ê Kanûnê gel, şoreşger, mirovên demokrat, rewşenbîr li dijî dewleta Tirk a faşîst derkevin meydanê û çalakiyan bikin.