KCÊ-E'yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo xwedîderketina li Şengalê banga tevlîbûna li çalakiyan kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk ên ji doh bi şev ve li Şengalê dike, bi armanca hilanîna tola têkbirina DAÎŞ'ê ye.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê destnîşan kir ku êriş wê negihêjin armanca xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst tengezarî û rizandina xwe ya leşkerî, civakî, aborî û piralî wê nikaribe bi van êrişên xwînrij û hovane veşêre.

Di pêvajoyekê de ku qaşo li ser rastiya Kurd nîqaş tê meşandin, bi van êrişan durîtî û kemîngeriya xwe nîşan dide.

Wê ti hêz û êriş nikaribin meşa Xweseriya Şengalê bide rawestandin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku xwedî li Şengalê derkevin û beşdarî çalakiyan bibin.

Her wiha ji derdorên pêwendîdar jî hate xwestin, ku li hemberî êrişan erka xwe bi cih bînin.