Katalonya amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bike

Herêma Xweser a Spanyayê Katalonya, amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. Partiyên hikumet û muxalefetê bi vê armancê pêşnûme biryarek pêşkêşî parlamentê kir.

Di salvegera 9'an a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya ji her alî ve, pêşnûme biryarek pêşkêşî Parlamenta Katalonyayê hate kirin.

BI PIŞTGIRIYA PARTIYÊN HIKUMET Û MUXALEFETÊ

Ji Koma Parlamentê ya Escurra Republicana (Çep a Komarger) Ruben Wagensberg Ramon, ji Junt Per Catalunya (Yekîtî ji bo Katalonyayê) Çalakiya Derve ya Koma Parlamentê, ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Francesc de Dalmases i Thio, ji En Comú Podem (Em dikarin bi hev bikin) Çalakiya Derve ya Koma Parlamentê, Ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Susanna Segovia Sánchez, ji CUP (Namzetiya Yekîtiya Gel) Eulàlia Reguant i Cura pêşnûme pêşkêşî parlamentê kirin.

Hikumeta Katalonyayê ji partiyên Çep a Komarger û Yekîtî ji bo Katalonyayê pêk tê. CUP jî li derveyî hikumetê piştgiriyê dide pêşnûmeyê. En Comú Podem jî tevî Podemos weke koalîsyoneke çep li muxalefetê tevlî bûye.

Di pêşnûme biryarê de ya ji aliyê van çar partiyan ve hate amadekirin, derveyî herêmên din ên Sûriyeyê bal tê kişandin ser rewşa cuda ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêşnûme bi sernavê "Pêşnûme biryara Katalonyayê ya li ser soza di mijara jinûve avakirina Kurdistanê de" hate amadekirin.

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd tevî Ereb û hindikahiyên din ên Xiristiyan bi hev re dijîn" û wiha dewam kir, "Ji şoreşa li Rojava çareseriyeke aştiyane afirî û li ser bingeha şaredariya azad a li Rojhilata Navîn jiyaneke bi hev re û demokratîk ava bû."

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku ev proje parçeyek ji doktrîna siyasî ya konfederalîzma demokratîk e ku ekolojiya civakî diparêze û femînîst e. Hate ragihandin ku ev proje bi rêya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin û hate gotin, "Di navbera Katalonya û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê tevgerên civakî û civaka sivîl a Katalan ve tevneke xurt û nêz piştevaniya enternayonalîst heye."

HEYETA KATALONYAYÊ SERDANA RÊVEBERIYA XWESER KIRIBÛ

Nûnerê Kurd ê li Spanyayê Eyyup Dorû diyar kir ku meha Hezîranê dema ku bi serokê parlamentê û dîwana serokatiya parlamentê re hevdîtin kirin, ev pêşnûme kete rojevê.

Pi,ştî vê hevdîtinê, di 22'ê Hezîranê de heyetek ji parlamenterên Katalonyayê serdana Rêveberiya Xweser kir. Parlamenter Lulia Regovat û Robin Wagensberg, endama meclîsa Barcelonayê Laura Breeze di nava heyetê de bûn.

Piştî vegera heyetê, bi îmzeya partiyên muxalefet û hikumetê pêşnûme hate pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina vê pêşnûmeyê jî weke sembolîk li salvegera Şoreşa Rojava rast hate anîn.

Di pêşnûme biryarê de işaret bi Plana Bingehîn a Hevkariya Pêşveçûnê ya sala 2019-202'î hate kirin ku berê hatibû qebûlkirin û hate destnîşankirin ku herêma Katalonyayê divê girîngiyeke taybet bide gelên Kurd, Sahravî û Fîlîstînî.

PÊŞNÛME BIRYAR

Komên Katalan gotin, "Ji ber vê yekê divê rêveberiyên Katalan bi Kurdistanê re tevgerek dostaniyê ya nû teşwîq bike". Di pêşnûmeyê de ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser pêşkêşî parlamentê hatiye kirin, ev pêşniyar têne kirin:

1- Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk weke kirdeyeke siyasî hebûna wê qebûl dike û saziyên Katalan bi vê rêveberiyê re têkiliyên saziyî datînin.

2- Li Rojhilata Navîn li ser bingeha şaredarî, femînîzm û ekolojiya civakî potansiyela konfederalîzma demokratîk destnîşan dike ku çareseriya jiyaneke hevpar, demokratîk û aştiyane ye.

3- Katalonya bi sazî, civaka sivîl û welatiyên xwe, hem ji bo tevlîbûna li jinûve avakirina herêmê, hem avakirina madî ya welêt, hem jî pêşwazîkirina penaberan bi rengekî demkî û mayinde, tevna piştevaniyê ya biratiyê bi welatiyan re teşwîq dike.

4- Bang li hikumeta Generalitat de Catalunya dike, ku ji bo avakirina vê tevna piştevaniyê, desteyeke ji îradeyên cuda, sazî û civaka sivîl ava bike.

WÊ LI EWROPAYÊ BIBE BIRYAREKE NÛ

Ji ber ku pêşnûme biryar bi piştgiriya piraniya endamên parlamentê hatiye pêşkêşkirin, tê payin ku teqez bê qebûlkirin. Lê belê ji ber ku pêşnûme hîn nû hatiye pêşkêşkirin, di mijara dengdanê de hîn demeke diyarkirî nîne.

Nûnerê Kurd Eyyup Dorû anî ziman ku eger pêşnûme biryara li ser naskiarina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin wê li Spanya û Ewropayê bibe biryar û gaveke nû.

LI HERÊMÊN DIN ÊN OTONOM WÊ HEWLDANÊN BI HEMAN RENGÎ HEBIN

Dorû got, "Dema ku Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî nas kir, wê saziyên Katalan hemû karibin bi rengekî fermî li her qadê têkiliyê bi saziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re deyne."

Dorû destnîşan kir ku ji bo pêşnûmeyek bi heman rengî pêşkêşî parlamentên herêmên otonom ên Bask û Valensiyayê bê kirin, wê bikevin nava hewldanan û destnîşan kir ku piştgiriya partiyên siyasî yên xwedî nêrînên cuda yên li Katalonyayê, wê bandorê li herêmên din jî bike.

Dorû got, "Ji aliyê siyasî ve wê bandora xwe hebe. Wê bandorê li herêmên cuda yên otonom bike."