Junge Welt rûpeleke xwe ji banga ji bo 'Ocalan' veqetand

Rojnameya Junge Welt, ku li Elmanyayê rojane tê weşandin, di hejmara xwe ya îro de rûpelek bi temamî ji kampanya "Dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" ya sendîkayên Îngiliz re veqetand.

Li Brîtanyayê, sendîkaya herî mezin a ku 1.5 milyon endamên xwe hene Unite the Union û sendîkaya GMB'ê ku 700 hezar endamên xwe hene, ev demeke bi navê "Azadî ji Ocalan re" kampanyayê dimeşîne. Banga ji bo kampanyayê li rojnameyeke din a Elmanyayê hate weşandin. Banga ji bo kampayayê beriya niha li rojnanameya rojane die Tageszeitung (TAZ) û rojnameya heftane Der Freitagê hatibû weşandin. Banga ji bo azadiya Ocalan îro jî li rojnameya Junge Weltê hate weşandin.

Rojnameyê rûpelek bi temamî ji bangê re veqetand  û wêneyekî di Îlona 2019'an de li kongreya Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê hatibû kişandin, bi kar anî. Di wêneyê navborî de sendîkavanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bû ku nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' li ser hatibû nivîsandin.

'DEM DEMA AZADIYA OCALAN E'

Di bangawaziyê de ku bi navê 'Dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re' hate weşandin, hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve hatibû revandin û ji hingî ve li Rojhilata Navîn 20 sal in şer, dagirkerî û êriş dewam dikin.

Di bangê de hate ragihandin, ku Ocalan di dema dîlgirtina xwe de jiyana xwe tim û tim ji bo aştî, azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd feda kiriye û işaret bi kampanyayên salên dawî hatin lidarxistin, hate kirin. Di bangawaziyê de hate bibîrxistin, di salên 2005 û 2006'an de 3.5 milyon Kurdî bi gotina 'Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye, ez wî bi vî rengî qebûl dikim' mohra xwe danîn binê kampanyayê, her wiha di sala 2015'an de jî zêdeyî 10 milyon kesî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirine û wiha hate gotin:

"Ocalan ne tenê fîgurekî siyasî ye ku li herêmê bi roleke diyarker radibe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi bandor e. Di heman demê de xwediyê fikrê konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ketiye meriyetê. Bi saya vî fikrî, li herêmeke ku bi şer diheje, Rojava bû sembola azadî û demokrasiyê ye. Em di wê baweriyê de ne, alozî û şerê li Rojhilata Navîn ku hikumeta Tirk serkêşiyê jê re dike, bi azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî wê biqede."

SENDÎKAYAN BI ÇI RENGÎ DEST BI KAMPANYAYÊ KIRIBÛN?

Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Unite The Union û GMB'ê, Nîsana 2016'an bi biryareke hevpar dest bi kampanya Freedom for Ocalan (Azadî ji Ocalan re) kiribûn. Di nava çar salên dawî de bi rêya panel û semîneran, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji hezaran Brîtanyayiyan re hate vegotin. Kampanya il Brîtanyayê veguherî yek ji kampanyayên herî mezin.

Yekîtiya Sendîkayên Karker ku tevî pêşengên kampanyayê Unite The Union û Sendîkaya Kar a Giştî-GMB'ê 48 sendîka di bin sîwana wê de hene û 5.5 milyon kedkarê temsîl dike, li Brîtanyayê rêxistina herî mezin a kedê ye. Sendîkaya Unison jî ku duyemîn mezintirîn sendîkaya li welêt e û 1.3 milyon endamên xwe hene, yek ji wan saziyan e ku piştgiriyê dide kampanyayê.

Her wiha Sendîkaya Karkerên Ragihandinê CWU ku 200 hezar endamên xwe hene, Sendîkaya Mamosteyan (NEA NUT) a ji 450 hezar endamî, Sendîkaya Kar a Giştî (GFTU) a ji 400 hezar endamî, Sendîkayên Ajokarên Trenê (ASLEF û TSSA) yên ji 45 hezar endamî, Sendîkaya Arkujan (FBU) a ji 55 hezar endamî, Sendîkaya Mamosteyên Skoçyayê (EIS) a ji 80 hezar endamî, Sendîkaya Ragihandina Derya û Rêyên Hesinî (RMT) ên ji 80 hezar endamî jî di nav de gelek sendîkayên karkeran ên rêxistinbûyî di kongreyên xwe de biryar dan ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî çalak têbikoşin.